Dawet ferikî, berbûk hetikî

Xebatên Dîaspora Kurd û qezenckirina dostan bi derfet û aborîyê xurt bi pêş dikeve. Heger partîyek wek PDK û kesayetek wek Serok Barzanî li pişt xebatên Dîaspora Kurd be, di warê aborî, xurtbûn û pêşxistina xebatên Dîaspora Kurd de qezenc û avantaj e.

Nûrî Çelîk
Me di nivîsên berê de behsa hinek taybetmendîyên me Kurdan kiribû û gotibû “ em Kurd ji parçekirin û xerabkirinê re pir xurt û jêhatî ne “. Bi taybet siyasetmedar (!) ên me di parçekirin û xerabkirinê de pir zîrek û jêhatî ne. Berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re digrin û ji bo vê jî çi ji destê wan tê texsîr nakin.
Di mesela Dîaspora Kurd de me dîtin û helwesta xwe anî ser zimên û me li ser nivîsand. Me got ku parçekirina tevgera Dîaspora Kurd ne di berjewendîya Kurd û Kurdistnê de ye û divê xebatên ji bo Dîaspora Kurd di bin yek sîwanê de bên kirin û her çiqasî hinek partî û dezgehên Kurdistanî li pişt wan bin jî, Dîaspora Kurd bi serokatî û rêveberîya akademîsyen, dîplomat û zanyarên Kurd bê meşandin û xebatek bê îcazet û wesayet bimeşînin. Damezirandina Navenda Revenda Kurd û Diakurdê carek din nîşan da ku em Kurd ji hest û hizrên netewî bêpar in û bi hevîrtirşê yekîtî û netewperwerîyê nehatine meyandin û nestewîyane.
Bêguman li pişt hemû dem û dezgehên lobî yên cîhanê dewlet hene. Ermenîstan li pişta lobîya Ermenîyan e, Yûnanîstan li pişt lobîya Yûnanan e, Îsraîl li pişt lobîya Cihûyan e. Bi dizî yan eşkere her lobîyek destek li pişt e. Ji ber ku dewleta me tuneye pir normal e ku partîyek wek PDK yan kesayetek wek Barzanî li pişta lobîya revenda Kurd be. Li vir hem qezenca (avantaja) erênî û hem a neyînî (dezavantaj) derdikeve holê. Xebatên Dîaspora Kurd û qezenckirina dostan bi derfet û aborîyê xurt bi pêş dikeve. Heger partîyek wek PDK û kesayetek wek Serok Barzanî li pişt xebatên Dîaspora Kurd be, di warê aborî, xurtbûn û pêşxistina xebatên Dîaspora Kurd de qezenc û avantaj e. Ji alîyê din, heger Dîaspora Kurd di bin serokatî, îcazet û wesayeta partîyekê de be, dibe ku xebata Dîaspora Kurd seqet bimeşe, bi pêş nekeve û bibe kelemê çavên dewletên dagîrker. Ev jî ji bo Kurdan ziyan û dezavantaj e. Ji ber vê yekê me go (her çiqasî partî yan kesayetên wek Serok Barzanî li pişta wê bin jî) divê dem û dezgehên Dîaspora Kurd serbixwe bin û di awira gelemperî de di ser partîyan re bin.
Bi serpereştîya PDK û li Hewlêrê damezirandina Navenda Revenda Kurd hem bilez bû, hem jî kêmasî û xeletîyek bû. Û bêguman kêmasî û xeletîyên din jî hebûn. Damezirandina Navenda Revenda Kurd dikarîbû berfirehtir bê girtin û xwedîyê bandorek zêdetir bûya. Kar û xebatên bi lez û bez herdem bi xwe re kêmasî û xeletîyan jî tîne. Ez bawerim damezrênerên Navenda Revenda Kurd jî bi van kêmasîyên xwe haydar bûne, qebûl kirine û piştî kongreyê xwestine ku kêmasîyên heyî berteref bikin. Nîşana vê yekê jî Serokatîya Navenda Revenda Kurd e. Heger Kurdê Rojava Îsmaîl Kamil kiribin Serokê Revenda Kurd, dixuye ku kêmasîyên xwe dîtine û dixwazin wan kêmasîyên xwe sererast bikin. Ev ji bo Navenda Revenda Kurd gavek erênî û baş e.
Xeletî û kêmasîya duyem DÎAKURDê kir. Çima ku PDK û Barzanî li pişt Navenda Revenda Kurd bûn, hinek partîyên ku rikberên PDK û Barzanîbûn rabûn dest avêtin DÎAKURDê û xwestin bi lez û bez kongreya DÎAKURDê li dar bixin û heta astekê tola xwe ji PDK û Barzanî bistînin. Ji xwe ji kongreya DÎAKURD û delegeyên beşdar her tişt eşkere dixuya bê armanc û mesele çiye.
Çima rêvebirên DÎAKURDê daxwaz û pêşniyaza Ofîsa (qerargeha) Barzanî qebûl nekir?
Name û belgeya ku Qerargeha Barzanî berî kongreyê ji rêvebirên DÎAKURDê re şandiye di destê me de ye. Her çiqasî rêvebirên DÎAKURDê nameya ku ji wan re hatiye şandin înkar bikin jî, rastî nayê veşartin. Qerargeha Barzanî bi nameyekê tika ji rêvebirên DÎAKURDê dikin ku kongreyê li dar nexin, navê kongreyê bikin civînek berfireh da ku ew pirsgirêkên Navenda Revenda Kurd û DÎAKURDê çareser bikin û wan di bin yek sîwanê de bikin yek. Qerargeha Barzanî xwe dide ber hemû mesrefên çûn û hatin û civînan û wan vedixwîne Hewlêrê. Lê rêvebirên DÎAKURDê xwe kerr û lal dikin û bi lez û bez kongreya DÎAKURDê li Stockholmê li dar dixin. (Roja pêwîst bû em karin name û belgeyê ji raya giştî re eşkere bikin). Ev yek dide xuyakirin ku mesele ne berjewendîyên netewî û berjewendîyên Dîaspora Kurd, lê berjewendîyên şexsî û partîtîyê ne, parçekirin, dubendîtî û dijberîya navxweyî ye. Û helbet bingeh û serkeftina van kiryaran jî tuneye û dawîya wê dîsa parçebûn û têkçûn e.
Bi kurt û Kurmancî; berjewendîyên şexsî û partîtîyê xewn û xeyalên Kurdên Dîasporayê jî beravêtî kirin û hêvîyên wan nehiştin. Kurd bi vê qûşê nagihên Mûşê û hûn sax….