KulturRojev

Malpereka taybet a kulturî: BasKurd

Dezgeha medyayî ya Bas ku yek ji dezgehên medyayî yên girîng û bi bandor e li Kurdistanê û wek çavkaniya zanyariyên hûr û rast ya nûçe û mijarên siyasî yên Kurdistanê tê zanîn, di hewleka din ya xizmetkirina dîrok û çanda Kurdistanê û kurdnasiyê de malpera BasKurd damezirandiye û bi rijdî hewl dide di vî warî de jî bibe çavkaniyeka dewlemend û bawerpêkirî ya dîrokî û Kurdistannasiyê.

Ev malper, her wek di peyama destpêkirina weşana xwe de jî behs kiriye, bo venivîsîna dîroka kevin û hevçerx ya netewî, çand û nerît û ayîn û edeba warê kurd ji Zagrosa dayîk vekole. Di beşek ji peyama BasKurd de hatiye gotin: Kurd xwedan dîrokek hezaran sal e li ser xaka Kurdistanê, netewa kurd yek ji resentirîn akinciyên çiyayê Zagros û xaka Arînişîn û Mezopotamya û ew erdnîgariya ku jê re dibêjin Kurdistana Mezin, e. Di vî warê kurd de belgeyên dîrokî û şûnwar ji me re dibêjin ku çendîn şaristaniyên girîng  tê de jiyane û derbas bûne, çendîn împiratorî û şahnişînî û dewlet û mîrnişîn di qonaxên cuda de hatine û çûne, çendîn ayîn û rêbazên cuda yên Xwedanasiyê li ser vê xaka Kurdistanê şîn bûne.

Malpera BasKurd, xema wê heye bibe malekî bo dîrok û çanda kurd û Kurdistanê û di pênc pişkên serekî de weşanê bike: dîrok, şûnwar, kelepûr, kultur û multîmedya. Ew beşên han jî ji çend şaxên mîna dîrok, şûnwar, ayîn û ayînza, cejn û jiyana civakî, kinc û cil, kelepûra jiyan, mûzîk û stran, edeb, ziman, helbet û bi giştî şaristaniya kurd li her çar beşên Kurdistanê li xwe digirin û hewla parastin, venivîsîn û nasandina wan dide.

Di beşeka din ya peyama BasKurd de hatiye gotin: Me wek dezgha medyayî ya Bas li kêleka xebat û xizmetên rojnamevanî û belavkirina zanyariyan, malpera BasKurd jî damezirand. Em dixwazin ev malper bi pişk û şaxên xwe ve bi wan hewlên girîng û bi nirx yên ku dîroknivîs û akademîsyen û zanayên kurd dane û didin, hewl û pêngavek be da kurd bibe xwedanê wê dîroka xwe ya ku hatiye dizîn. Her wiha em hewl bidin ew aliyên kultura resena kurdî ya ku hatiye dizîn, ji nû de kom bikin û bixin nav mala kultura kurd. Em dixwazin bi vî karî nifşên niha û paşerojê vê rastiyê bizanin ku kurd netewekî mezin û xwedan şaristanî û dîrok û ferheng û kelepûra xwe ye. Em dixwazin nişfên Kurdistanê vê rastiyê bizanin ku çi tiştekî kurd û Kurdistaniyan ji wan netew û gelên ku niha bûne tiştekî, kêmtir e.

Di dawiya peyama BasKurd de hatiye gotin: Vêca çavên me li dest û alîkariya dîroknivîs û kulturnas û kelepûrnas û pispor û zana û edîb û nivîskar û hunerzanên kurd e. Çavên me li wan rewşenbîr û akademîsyenên kurd e ku di van warên cuda de zana ne. Malpera BasKurd mala hemû kurd û Kurdistanî û kurnasekî ye. Em rica dikin bi mijarên girîng alîkariya BasKurd bikin da em bi hev re wê armanca mezin bicîh bînin. Mêjî, dil û deriyê me jî bo rexneyên we vekirî ye. Em dixwazin malpera BasKurd bibe lêveger û jêderekî serekî bo kurdnasiyê. Em dixwazin her kesê ku pêwîstî bi her agahiyekî bû li ser dîrok, şûnwar, kultur, kelekpûr û hizra kurd û Kurdistanê, li deriyê vê male bide û desetvala venegere.

Tevahiya peyama BasKurd li ser malperê û di pişka “Le Barey Êmewe” de heye. Kî bixwaze dikre tevahiya peyamê bixwîne.

Evên jêrê jî lînka malpera BasKurd û rûpela BasKurd e li Facbookê, her wiha e-maila malperê e bo şandina mijar û nêrînên we:

lînka malperê: https://baskurd.basnews.com/

lînka facebookê: https://www.facebook.com/baskurd

e-maila malperê: [email protected]

Back to top button