CivakRojev

Ji ber bûyerên Xiwêran 45 hezar kes aware bûn

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hemahengiya Karûbarên Mirovî di derbarê kesên ku ji bo bûyerên zindana Xiwêran koçberbêyîn de daxûyaniyek ragihand. NY di daxûyaniya xwe de dibêje: “Di encama êrîşa vê dema dawî ya çekdarên DAIŞê de, ku şeva pêncşema borî li bajarê Hesekê bi ser Girtîgeha Xiwêran de êrîş kiribû, heta niha herî kêm 45 hezar kes ji nişteciyên deverên derdora girtîgehê ber bi taxên din ên nav bajêr aware bûn.”

Ev di demekê de ye ku heta îro jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî di hewldanên xwe yên desteserkirina wan çekdaran de berdewam in, ku hewl dan ji Girtîgeha Xiwêran birevin.

Şeva pêncşemê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Girtîgeha Xiwêran, ku ji aliyê hêzên Kurdî ve li parêzgeha Hesekê tê birêvebirin. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin. Hîn jî şer û pevçûna navbera wan berdewam e.

Back to top button