Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser rewşa zindana Xiwêran daxuyaniyek belav kir û ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz kir ku; çareseriyek derbarê wan bi hezaran girtiyên DAIŞê de bibînin.
ENKS di daxuyaniya xwe de ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxwaz dike ku berpirsyariya xwe li ser parastina navçeyê û piştevanîkirina aramiyê bi rêya îdareyeke hevbeş bigre ser xwe, ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin.
Herwiha daxwaz dike ku çareseriyek derbarê bi hezaran girtiyên DAIŞê de bibînin, ku niha li navçeyê ne û hikûmetên welatan werin neçarkirin ku welatiyên xwe werbigrin û dadgehî bikin.
ENKS ji Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî daxwaz dike ku dawî li binpêkirinên PYDê bîne, ku bi navên cuda cuda ve azadî û karê siyasî û yekhelwestiya Kurdan dikin armanc.
Şeva pêncşemê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Girtîgeha Xiwêran, ku ji aliyê hêzên Kurdî ve li parêzgeha Hesekê tê birêvebirin. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.