Civak

JITEM-ê Bitlis kuştiye

Fermandarê giştê yê Cendirma Orgeneral Eşref Bitlis, sala 1993-ê di encama ketina balafira wî ya taybet jiyana xwe ji dest dabû. Gelek kesan ev bûyer wek provakasyonekî nav kir û hate gotin ku Eşref Bitlis hatiye kuştin.

Dozerê leşkerî yê wê demê niha li xwe mikur hat û dibêje: Ew kesên ji şerê qirêj xwe xwedî dikiran û dixwestin şerê PKK-ê berdewam be Eşref Bitlis kuştin. Dozer Hasan Tuysuzoglu dibêje  ku, dema min li ser pirsa ketina balefire lêkolîn dikira, ez gihatim wê encamê ku ev balefir hatiye êxistin û bi zanebûn Bitlis hatiye kuştin. Herweha Tuysuzoglu dibêje piştî ez giham vê encamê di cih de ev doz ji min standin û dosya Bitlis hate girtin.

Girtiyê Doza Ergenekonê, damezerê JITEM-ê, Arif Dogan  êfada xwe de û di hinek kasetan de jî gotiye ku, Eşref Bitlis bi destê JITEM-ê hatibû kuştin. Li ser vê daxuyaniya Arif Dogan, dozerê wê demê Tuysuzoglu li gel rojnama Zaman axivî û behsa kuştina Bitlis kir. Di vê derbarê de dozer dibêje: Eşref Bitlis dixwesta ku şerê heyî  xilas bibe, di nav hewldanek mezin de bû. Ji bo sekinandina şer gavên berpêş avêtîbûn. Lê mixabin JITEM-ê ne dixwest ew şer bisekine û ji bo vê yekê jî Orgeneral Eşref Bitlis kuştin.

Back to top button