Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Japonyayê kir

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û serokwezîrê berê yê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Japoniyayê yê li Bexdayê Shoji Ougawa kir.

Di destpêka civînê de Konsulusê Japonê armanca serdana xwe ya ji bo Kurdistanê ji Barzanî re rave kir û da zanîn ku, dema qanûnî ya erkdariya vî a li Îraqê bi dawî hatiye lewre bi mebesta xatir xwestinê serdana Kurdistanê kirye.

Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de kar û çalakiyên Ajansa Jayika jî ji bo Nêçîrvan Barzanî rave kir û da zanîn ku, Ajansa han kariye tevahiya projeyên xwe yên li Kurdistanê bi awayeke serkeftî bi dawî bike.

Di berdewamiya civîna han de Nêçîrvan Barzanî jî spasiyên xwe pêşkeşî Konsulusê Japonê kir û da zanîn ku, di dema erkdariya xwe ya li Îraqê de gelek kar û çalakiyên baş bicîh aniye.

(KTV)

Back to top button