Polîtîk

Osman: Rola Amerîkayê li Iraqê kêm bûye û ya Îranê zêde dibe

Li gor nûçeya Ur-News endamê hevpeymanîya Kurdistanî Dr. Mehmûd Osman xuyakir ku êdî rola Amerîkayê li Iraqê lawaz bûye û rola Îranê jî li Iraqê xurt dibe. Mehmûd Osman got, ku rola Amerîka li Iraqê lawaz bûye, ji ber ku serokê Amerîkayê  dixwaze hêzên supayê Amerîka ji Iraqê derbikevin û Barak Obama nema giringîyê dide rewşa Iraqê.

Mehmûd Osman got ku, serokê Amerîka Barak Obama xwe ji ber Iraqê daye alî û dixwaze  zû bi zû hêzên Amerîka erkên parastina Iraqê radestî hêzên îraqî bikin.

Mehmûd Osman weha axifiye ku, Îran dixwaze serokê wezîran ji nava Hevgirtina Niştimanîya Îraqî derbikeve û tenê ev jê re giring e.

Lîstî hevpeymanîya Kurdistanî jî dixwaze ku, herçar fraksiyonên serkevtî hikûmeta nû ya Îraqê pêk bînin û ti alî li derveyê nemînin.

Herçar fraksiyonên serkevtîyên hilbijartinên parlamenta Iraqê jî, lîsta Eliraqîye, lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê, lîsta Hevgirtina Niştimanîya Îraqî û lîsta Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî ne.

Back to top button