Cîhan

Talebanî û serokê Kosovayê li New Yorkê hatin ba hev

Duhî li New Yorkê serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bi serokê Kosovayê Fatmir Sejdiu û şandeya digel wî re ku pêkhatibû ji serokwezîr Haşim Tacî û wezîrê derve İskender Huseynî hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Talebanî amaje bi wê yekê  kir ku her ji destpêkê ve bûyerên karesat ên Kosovayê şopandiye û hevdem pesna xebat û qurbaniyên gelê Kosovayê ji bo serwerî û serbixwebûna welatê xwe kir.

Talebanî kêfxweşiya xwe li hemberî wê pêşketinê de di asta meseleya Kosovayê de hatiye rojevê bi amanca çespandina serbixweyiya wê nîşan da û got: “Em gelê Kosovayê wek gelekî zulimkirî û jêhatî dizanin ku ji bo bidestxistina mafê xwe gelek qurbanî dane.”

Serokê Kosovayê jî rola Talebanî di meydana siyasî de bilind nirxand û got: “Em xebat û tekoşîna we ya domdirêj a ji bo rizgarbûn ji hikûma dîktatoriyê û avakirina Îraqekî demokratîk a federal û pirhîzbî dişopînin.”

Di hevdîtinê de serokê Kosovayê, Talebanî vexwend Kosovayê.

 

Back to top button