Polîtîk

Barzanî rola êzdîyan bilind nirxand

Îro şemmiyê 25.09.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li mîr Tehsîn Beg mîrê êzdiyan û Civata Ruhaniya Êzdiyan kir.

Di hevdîtinekê de, mîr Tehsîn Beg ew hewldanên ku dixwazin kurdên êzdî ji neteweya xwe veqetin red kirin. Wî tekîd li wê yekê kir ku kurdên êzdî kurdê resen in, ola wan êzdiyatiye û Civata Ruhaniya Êzdiyan derbirî. Barzanî rola diyar û bi bandora kurdên êzdî di tevgera rizgarîxwaziya kurd û Kurdistanê da bilind nirxand.

Serokê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku di dîrokê da du car zilim li kurdên êzdî hatiye kirin, yek li ruyê olî û duyem li ruyê neteweyî veJi ber hindê pêwîste ji ber du sedeman êzidî bêne parastin, yek ji bo rakirina wê zilima dîrokiya ku li wan hatiye kirin û ya duyê jî ji ber wê yekê ku gelek ji rewş û adetên kurdewarî heta niha li cem wan hatine parastin, ”Eger êzdî kurd nebin ji ber çi berê ji navçeyên xwe hatin dûr xistin û te’rîb kirin?”

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku li her rewş û cihek da her çawa mafên turkmen, suryan, kildan û aşûrî parastine, wiha jî mafê êzdiyan parastiye û tekîd li wê yekê kir ku ew maf ewin ku di destûrê da hatiye diyar kirin û divê parastî bin.

Barzanî tekîd jî li ser xurtkirina pêwendiya di navbera pêkhatên olî û netewayiyên Kurdistanê li ser bingeha wekheviyê kir.

Back to top button