Cîhan

Biden însiyatîva serok Barzanî bi giringî wesif kir

Fuad Hisên ragihand ku di van sê rojên derbasbûyî de, sebaret bi pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) du car pêwendiyên telefonî bi serokê herêma Kurdistanê re kiriye.

Di vî derbarî de serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de got ku Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê di du pêwendiyên telefonî da çendîn pirsên giring digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê behs kiriye. Hisên got ku ew pirsên hatîn behis kirin peywendî bi çawayiya derbaskirina proseya siyasiya Iraqê ji wê aloziya ketiye tê de û ji bo gihiştina bi pêkanîna hikûmetekî hevbeşa nîştîmanî û bingeheke berfireh hebû.

Herwesa Hisên eşkere kir ku tevî ku Barzanî û Biden di peywendiya telefonî de îşaret bi girîngiya destpêşxeriya serok Barzanî ya li dor birêveçûna danustandinên di navbera lîst û aliyan ji bo çareserkirina kirîza siyasiya li Iraqê û damezrana hikûmeta nû, herwesa her du alî li ser wê yekê ku pêwîste hemû hewldan ji bona lezkirina pêkanîna hikûmeta nû bên kirin, hevfikir bûn.

Di dawiya daxûyaniyê de serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê eşkere kir ku Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê di wan du pêwendiyên telefoniyên digel serok Barzanî de carekî din piştgîriya xwe ji bo hemû hewldanên ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê tên kirin nîşan da û Biden piştgîrî da destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê ya ji bo rizgarkirina proseya siyasiya Iraqê ji wê alozî û kirîza ketiye têde pêşkeşî aliyên îraqî kiriy û ew destpêşxerî bi giringî wesif kir.

Back to top button