Bi hilkevta roja Jîngeha Kurdistanê, em destxweşiya Desteya Prastin û Çakkirina Jîngeh wan û rêkxistin û kesatiyan dikin ku ji bo şiyar kirina welatiyan û belavkirina kultûrê jîngeparêziyê, rolê dilsozaneya xwe lîstine.Kultûrê jîngeparêzî, kultûra jiyandostiyê û rêz girtina ji behayên jiyan û şarstanî û pêşketina gelan e. hesta berpisatiya mirovan li hember civak û niştîman û jîngeha mirovatiyê ye. Hesta berpirsatiya mirovan û morala civaka mirovatiyê li hember çarenivîsa neviyên paşerojê ye. Dabîn kirina pêwîstiyên welatiyan li warê jîngehî, bi yek ji mafên destpêkî û wek parek ji mafên mirovan dihê hijmartin.Kurdistaniyên ezîz,Kurdistan xwedî jîngeh û sirûşteka bedew û dilgîr e, ku parastina wê ji pîsbûn û têkdanê, erkekê niştîmanî û miroviya endamên civakê ye. Welatiyên Kurdistanê ku ji bo demê çend salan e di xema avedankirina niştîman dane, divê vê rastiyê jî bizanin ku avedankirin be berçav girtina pirensîpên jîngehparêzî, pirosêseka na temam e û di asta daxwaza geşe kirin û avedan kirina rastîn de nabe. Her ji ber vê yekî divê wek behayeka neteweyî û mirovî, li sekterên perwerdehî, kultûrî û civakî kar j ibo belavkirina şiyarî û bi hêz kirina bingeha jîngehparêziyê di nava civakê de bihê kirin, wek civakeka jiyandost, lêborîn û aştîxwaz.Em hêvîdar in Roja Jîngeh paldereka bi hêz be ji bo pêdagirtin û hewldanên berdewam ji bo parastin û rêz girtina jîngeh û sirûştê bedewê Kurdisatanê.Hûn û Kurdistan her geş û avedan binEncumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
02/06/2026
Koçber vedigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Rapirsînek balkêş..!31/05/2026


