Polîtîk

Jineka Kurd dibê berbijêra Parlemenê

Yekemîn care li dîroka Sûriyê da, jineka Kurd xwe ji bo Parlemena Sûriyê berbijêr dike.

Perwîn Tirkî Îbrahîm jineka Kurd ya li Sûriyê ya ji bajarê Hesekê ye, ew ji Partiya Ciwan û Guhertinê (Hizbul Şebab Bena weltexîr) namzeta endamê parlemena Suriyê ye, li daxuyaniyek da radigihîne ku xwe ji bo Parlemena wî welatî berbijêr kiriye.

Li daxuyaniyek de balkişandiye li ser wê yekê ku kêşeyên navxweyiyên Sûriye û danustandinên navdewletî li ber de gelek alozin û pêwîstiya wan bi fikrên cûda heye ji bo çaserekirina wan kêşeyan. Her wiha soza ewe jî dide dengderên xwe ku eger bê hilbijartin wê, dadperwer bê û bi navê mafên wan têbikoşê.

Back to top button