Polîtîk

Artêşa Iraqê: Me bi Pêşmergeyan re li hevkir

Fermandeyê Operasyonên Hevbeşên Artêşa Iraqê eşkere kir ku ewan bi Pêşmergeyan re li hev kirine.

Lîwa Tehsîn Xefacî Peyvdarê Operasyonên Hevbeşên Artêşa Iraqê ragihand, ewan bi Pêşmergeyan re li hev kirine ku navendeke hevbeş ya ji bo dabînkirina asayîşa wan navçeyên ku vala ne ji hêzên pasevaniya Herêma Kurdistanê û hêzên Îtîhadî damezrînin.

Her wiha got: Me li civînên xwe yên li Pêşmergeyan de li hevkir ku wan hemû astengên emnî nehêlîn ku terorîst sûdê jê dibînin.

Her wiha got: Me zanyarî heye ku terorîst ji Sûriyê ve berev Iraqê ve verin, lê belê metirsiya wan ne bi wê radeyê ye ku pê dilgiran bibîn, ji ber ku Fermandeyê Operasyonên Hevbeş dikarin bi hêsanî wan terorîstan têkbibin.

Back to top button