Jinan serokwezîr protesto kir

Ji Kollektîfa Femînîst a Stenbolê 50 jinan, li Dolmabaxeçeyê li pêş ofîsa serokwezaretiyê gotinên Erdogaan ku gotibû, “ez li hemberî sezeryanê me” û “her kurtaj cinayeteke, her kurtaj Qilebaneke” hat protesto kirin. Jinan sloganên wek, “Tayyip destê xwe ji bedena min bikişîne”, “kurtaj mafê me ye, ne cinayete”, ” bedena min ayda min e, ne ya Tayyip e” qîriyan.
Li ser navê jinan Guneş Engîn axifî û got, “Bedena me, mafê me yê kurtajê ne mesela serokwezîr e. Mafê jinan yê kurtajê em niqaş nakin. Hûn dibêjin herî kêm 3 zarok, we xwe negirt got 5 zarok, ew jî bes nekir, Qilebana ku qetlîama dewletê ye û li ber çavan hûn kiryarê wê vedişêrin we bi kurdajê re wekhev hesiband.”
Di çalakiya protestokirinê de pankartên wek, “kurtaj ne Qileban cînayet e”, “dijminê jinan serokwezîr îstifa”, “her roj 5 jin tên kuştin, tu bi ve re eleqedar bibe” hatin hildan.
Parlementera BDPê a stenbolê sebahat Tuncer jî piştgirî da çalakita jinan.