Barzanî: Em ji eqliyeta birêvebirina welat ditirs in

Îro yekşemiyê (27.05.2012) Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, bi amadebûna serok û cîgirê serokê parlamentoyê, li Selahaddînê digel serokfraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê civiya.
Di destpêka civînê de, Erselan Bayîz serokê parlamentoya Kurdistanê, ji bilî spaskirina serok Barzanî ji bo wê hevdîtin û civînê, hêvî xwest civîn encamekî baş lê bikevê û serokfraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê jî gelek bi eşkere dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi rewşa îro ya Iraqê ji bo gihîştina bi nêrîneke hevbeş bixin rû.
Paşî serok Barzanî gelek bi hurî tîşk xiste li ser pêşketinên dawî yên pêvajoya siyasiya Iraqê, ew tengasiyên rastî wê dihên û çawayiya muamelekirina digel wan tengasiyan û got:
– Parlamentoya Kurdistanê bi ked û xebata hemû aliyên siyasî û hemû gelê Kurdistanê hatiye holê, ji bo wê yekê şêwirîna digel serokfraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê sebaret bi wê yekê ku, çi bête kirin li beramber wan tengasiyan û çawayiya parastina destkeftan û parastina mafên gelê Kurdistanê û paşaroja wê girîngiya xwe heye. Di vê Parlamentoya Kurdistanê di vî warî de rola xwe ya bi bandorî bibîne. Tengasiya pêvajoya siyasiya Iraqê tengasiyeke kûr e û vedigere bo çend salên beriya niha, tengasî jî ne şexsiye, belku ya hatiye kirin eşkerekirina hebûna wê tengasiyê bûye. Em xwedî destûr in û pêwîste hemû aliyek pabendî wê destûrê bibe û pabendnebûna hinek aliyen jî bi wê destûrê ew tengasiya niha afirandiye.
Herwesa serok Barzanî, rêkefttina Hewlêrê ku, hikûmeta niha a Îraqê ji berhemên wê rêkeftinê bû, xwedizîna aliyek îraqî ji wê peymanê, dijayetîkirina her tiştê pêwendî bi mafê gelê Kurdistanê ve hebe, çawayiya çûna şandekî hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê û mohrkirina çend peymaneka digel hikûmeta Bexdayê ku, ew peyman jî neketine di warê bicîhkirinê de, peymanên neft û gazê û civînên vê dawiyê ya Hewlêr û Necefê zelal kirin.
Di derbarê metirsiyên gelê Kurdistanê jî, serok Barzanî got:
– Em ji eqliyeta birêvebirina niha ya welat ditirsin û divê ew eqliyet bête guhertin û hevpeymaniya kurdan jî digel birayên Şîye bi şexsekî venegirêdsayîye, lê ew gelek ji wê mezintir e. Em bi heman çavî li pêkhatên din, yên ku baweriya wan bi mafê gelê Kurdistanê heye, dinêrîn . Em nabin teref di milmilanên tayfî de, lê belê eger ew milmilanê bibe milmilana siyasî, hîngê em dibne teref û pêwîste hemû bijardeyan bixîn ber çavên xwe.
Di dawiya civînê de, serokfraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê hemû meseleyan de xistin rû û her hemû yan jî tekez li wê yekê kir ku hêza wan di hebûna yekgotara Kurdistanê de ye û li ser asta meseleyên neteweyî û nîştmanî jî tu hêzek nikare şertgirtin (qumar) li ser têkdana wê yekgotariyê bike