Polîtîk

James Jeffrey: Tu kes nikare wêneyê Kurdistanê naşirîn bike

Bi minasebta bidawîhatina wezîfeya wî weke sefîrê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê yê Îraqê, Îro (27.05.2012) James Jeffrey sefîrê Amerîkayê serdana havîngeha Selahedînê kir û ji aliyê Mesûd Barzanî serokêherêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de ku, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amadebûn, sefîr Amerîkayê yê Îraqê, James Jeffrey, le hember wê hevkarî û alîkariya di dema karkirina wî de li Îraqê pê re hatiye kirin, sipasiya serok Mesûd Barzanî kir.

James Jeffrey di axavtinekê de pêşkeftin û geşbûna herêma Kurdistanê di warên cihê de, bilind nirxandin û got ku di bin sîbera serokatiya serok Barzanî de, herêma Kurdistanê kariye pêngavên mezin ber bi pêş ve bapêje û destkeftiyên baştir bi dest bixe û herêma Kurdistanê îro hest bi guhetinên mezin di hemû waran de dike.

James Jeffrey got:

– Ya balkêş serkeftina ruhîyeta mirovê kurd e div ê herêmê de ku, wê ruhîyeta wisa kiriye herêma Kurdistanê senga xwe ya tatybet di Îraqê de hebe û hemû aliyên din li Îraqê jî hest bi bi wê rastiy bikin, di îmkanên tu kesî de nîne wêneyê herêma Kurdistanê naşirîn bike. Ji ber hindê hebûna kurdistaneke wisa bala hemû welatan dikşîne ku ev jî ji bona zêdetir giringîdan bi herêma Kurdistanê baştirîn garantî ye.

Serok Barzanî jî rola sefîrê Amerîkayê li Îraqê bilind nirxand û hêviya serleftinê jê re xweat di wezîfaye wî a nû de.

Di mijarek din a dîdarê de, serok Barzanî û James Jeffrey sefîrê Amerîkayê pirosesa siyasî li Îraqê û ew astengiyên rû bi rûyê pirosesa siyasiya Îraqê di bin gotûbîj kir û di vê çarçoveyê de sefîrê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê got ku welatê wî piştevanya daxwazîn gelê Îraqê dike û gelê Îraqê di çarçoveyê destûrê de çi hilbijer Amerîka dê piştgiriyê jê re bike. 

Back to top button