Civak

Jina kurd bergirî li gelê xwe kiriye

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî roja jinan pîrozkir. Barzanî ji bo pîrozbahiya vê rojê peyamek ragihand. Ev peya serokê Kurdistanêye.

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û keçên minên delal

Ji bo roja cîhanî ya jinan ji kurahiya dilê xwe ve pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikim û hêviya jiyanekî pir li aramî û asûdehiyê ji bo we dixwazim.

Li vê salvegerê da dûpat dikim ku li mafên we de dakokîkarekî bi hêz dibîn û kar jî ji bo wê yekê dikîn cîh û pêgehê hêjaya we li civakê de hebê û bi hemû şiyanek ve rûbirûyê diyardeyên tundutîjiyê bibîn û bingehekî baş jî li ber we birexsênîn bo ku bi awayekî karîger beşdarî li pêvajoya siyasî û hukimranî û pêşxistina civakê de bikin.

Li sercem şoreşên gelê Kurdistanê da jin herdem palpiştekî xûrt bûye ji bo Pêşmerge û li hinek rewşan de çekê bergiriyê xistiye serşana xwe û bergiriyê li gelê xwe kiriye. Ji bo wê yekê ezmûna îro berhema xebat û têkoşîn û xwîna şehîdên jin û zilamên ku Şehîd, Xuşka Leyla Qasim yek ji wane kesane ku qehremanane giyana xwe bi navê serfiraziya gelê xwe de bext kir.

Dûbare pîroze û çepke gul jî bo we yên ezîz.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07/03/2012

Back to top button