Ji weşanên Pencînarê pirtukek balkêş:Jinavbirina Berzaniyan
Ji Weşanxaneya PENCÎNARÊ
PIRTÛKEKE BALKÊŞ
Ev pirtûka bi navê JINAVBIRINA BERZANIYAN cara pêşî ji aliyê Siyamend Sêlekî ve hatiye nivîsandin ku ew bi xwe jî ketiye nêv Enfalkirina Berzaniyan. Pirtûk bi derfetên pir kêm hatibû nivîsandin û di 2007an de jî bi tîpên erebî hatiye weşandin.
Lê belê Zeynelabidîn Zinar vê pirtûkê bi hin belge, wêne û naverokeke rasteqîne dewlemend kiriye û bi zaravayê kurmancî û tîpên latênî ji nûne amade kiriye û di serê Adara 2011an de jî li Stockholê ji aliyê Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî ve hatiye weşandin.
Di pirtûkê de du beş û gelek sernavên balkêş hene:
BEŞ: I
1-BERAHÎ
2- LI HERÊMA BERZANÊ SIRUŞT Û PÊKHATÎ
3- EŞÎRÊN LI HERÊMA
4- BERZANÊ
5- LI HERÊMA BERZANÊ REWŞA CIVAKÎ
6- LI HERÊMA BERZANÊ JINXWESTIN
7- LI HERÊMA BERZANÊ MIRIN Û ŞEHÎDBÛN
8- LI HERÊMA BERZANÊ AZADIYA OLÎ
9- LI HERÊMA BERZANÊ PARASTINA SIRUŞTÊ
10- LI HERÊMA BERZANÊ ZIBARE Û KARKIRINA BIKOMÎ
11- LI HERÊMA BERZANÊ BERHEVKIRINA PEL Û PINCARA ÇOLÊ
12- LI HERÊMA BERZANÊ EDALET DI JIYANA CIVAKÎ DA
13- LI HERÊMA BERZANÊ TÊKELÎ Û PEYWENDÎYÊN CIVAKÎ
14- EMANET DI NAV CIVAKA BERZANIYAN DA
14- KURTIYEK LI SER DÎROKA ŞOREŞGÊRIYA BERZANÊ
16- HERÊMA BERZANÊ DI BINÊ DESTHELATIYA LEŞKERÎ DA
17- WÊRANKIRIN HERÊMA BAEZANÊ – I
18- WÊRANKIRIN HERÊMA BAEZANÊ- II
19- GUHARTINEKE TAKTÎKÎ DI SIYASETA REJÎMA BE´SÊ DA
20- GUNEHEKÎ BÊWÊNE
21- JINAVBIRINA HEŞT HEZAR BERZANÎYAN
22- SEDAM HUSEYN: ”me Berzanî hinardin cehennemê”
23- BÊDENGIYA CÎHANÊ LI HEMBER JINAVBIRINA 8.000 BERZANIYAN
24- PIŞTÎ KARESATÊ REWŞA JIYANA LI KAMPAN
25- JIN Û ZARÛKÊN BERZANIYAN LI ÇOLEKE XIRÛXALÎ
26- 1975 LI DEVERA BERZANÊ GUNDÊN KU CARA PÊŞÎ HATINE SOTIN
27- 1978 LI DEVERA BERZANÊ GUNDÊN CARA DUYEMÎN HATINE SOTIN
28- DÎTINA TERMÊN BERZANIYAN
29- VEGERANDINA TERMÊ BERZANIYAN
30- DOKUMENT
a) BELGENAME: 1
b) BELGENAME: 2
c) BELGENAME: 3
BEŞ: II
a) Çend nameyên desthelatiya Sedam Huseynî ji bo Jinavbirina Berzaniyan û çend belgeyên girînd ku hatine bidestxistin
b) Vedîtina Hestiyên Çend Grub Berzanî di Gorên Bikomel da û Vegerandina Termêt wan bo Kurdistanê .
Rojeva Kurd