19'ê Reşemî
19’ê Reşemî
Di sala 1406’an û di rojekî wekê îroyê de Dîrokzan, Civaknas û Sîyasatmedarê ereb Îbn Xeldûn koça dawiyê kir.
Îbn Xeldûn
Îbn Xeldûn (Abū Zayd ‘Abdu r-Raḥman bin Muḥammad bin Khaldūn Al-Hadrami) (27’ê gûlanê 1332 Tunis, 17’ê adarê 1406 Qehîre) Dîrokzan, Civaknasekê û Sîyasatmedareke misilman bû. Gorî Salnameya Hîcrî jî ew di 1’ê Remezanê 732’an de hatiye dinê û di 25’ê Remezanê 808’an de jî miriye ye.
Jînenîgarî
Ji bo ku Ibn Xeldûn bixwe li ser xwe biyografîyek nivisandî bû, li ser wî pir tişt bi eşkerayî têye zanîn. Ew Otobîyografîya xwe (bi erebî: التعريف بابن خلدون ورحلته غربا وشرقا Et-te’rif bi-Îbnî Xaldûn we-rihlatûhû şerqan we-xerban) Pênasîna Ibn Xeldûn û gera xweya rojhelat û rojava bû û Muhammad bin Tewît li Qahîre di 1951’an de weşandî ye.
Malbata Ibn Xeldûn berê li Endulusê bû, paş dewleta Endulusê li Ewropayê helweşîya re malbata xwe ji Sevilla de koça Tûnûsê kir. Li ber Endulusê jî malbata wî digihê Hadramutê. Wî di bîografîya xwe de nivisîya ku malbata xwe digihê sehabekî Mihemed pêxemberê bi navê Wâil bin Hacer.
Îbn Xeldûn di biçûkîya xwe de bi hevotineka rind mezin bûye. Bi jiber kirinê Quranê û fêr kirina Tecvîdê dest bi perwerdahiya xwe kiriye. Him li bavî xwe Muhammed Wâbilî û him jî li Şemseddîn Ebû Ebdûllah Mihemed bin Câbir, Ebû Ebdullah Mihemed bin Ebdullah û Ebû Kâsim Mihemed Kûsayr dersên Hadîs û Fiqihê hel girtiye. Ji matematîkzanekî wê demê, el-Abil fêrê matematîk, felsefe û Vacê hel girtiye. Bixwe jî berhemên fîlozofên ber wîyên mezin Ibn Sîna, Ibn Ruşd, Razî û Et-Tûsî xwendiye. Çaxa ku ew 17 salî bûye, dê û bavê wî her du tev bi peroka vebayê mirine. Ji ber ku li ber wî malbata wî bi polîtîqayê dixebitiyan, ew jî bi polîtîqayê ve eleqedar bû. Dorî 20 salîya xwe de ew bû sekreterê siltan Ebu Îshaq Îbrahîm II el-Mûstansîr. Ji bo qezî û îlme xweyê xweş di sala 1349’an de Siltanî Fasê Ebû İnân daweta ba xwe kir û erkdara nivîsandîna kanûnan (ketîb el-eleme), wek serokwezirî xwe kardar kir. Lê ji ber ku hesûdên wî di heqê wî de fîtne û fesad belav kirin Siltanî Fasê di sala 1357’an de ew 22 mehan avêt girtîxaneyê. Heta Ebû Înan mir ew di girtîxanayê de ma. Pê Ebû Înan mir re serokwezîr, Emr îbn Ebdûllah, ew li girtîxanayê azad kir û Ebû Salimê ku niştecîhê bavê xwe Ebû Înanî bû, Ibn Xeldûn şûnda anî wezîfeye berê, qazitiyê.
Paş Ebû Selim re serokwezir Emar îbn Abdullahê ku hevalê Ibn Xeldûn bû derbaza textê bû. Lê, pê re Ibn Xeldûn jî siyasetmederî berda û di sala 1362’an de çû Granadayê, Endulusê. Di sala 1364’an de Ibn Xeldûn arîkarîye aştîyekê navbera Pedro Iyê mîrê Kastilya û Nasridîn Mihemed kir. Pedro ser vê ve Ibn Xeldûn bi malbata wî ve tev deweta cem xwe kir jî Ibn Xeldûn va qebûl nekir.
Li Granadayê Ibn Xeldûn û serokwezîrê Nasridîn Mihemed, Ibn El-Xatib ve pêşbazî kir. Ibn Xeldûn dixwest ku Nasridîn Mihemed dewletê gorî ramanê xwe kargerî bike. Lê Ibn el-Xatib digo ko, dewletê ji bo aştîyê di hereşe de ye. Talî, El-Xatib Ibn Xeldûn mişexta Efrîqaya Bakur kirin de. Muhammad V paşê jî El-Xatib ji bo ramanên fîlozofî avête girtîxane. Di Otobîyagrofîya xwe de Ibn Xeldûn li ser têkoşîna xweyê bi El-Xatib re dinivîsîna.
Dûv ew vegerîya Afrîkayê, Ibn Xeldûn bû serokwezîrê Siltan Ebū Ebdûllah. Dûv Ebū Ebdullah di sala 1366’an de hat kuştin wî hêla Ebû’l-Ebas girt û Ebû’l-Ebas bû siltan. Lê, pişt re Ebdu’l-Ezîz berxweda û siltanê Tlemcen bin xwist şinda jî derbaza textê bû û Ibn Xeldûn avête girtîxane. Pişt wê re Ibn Xeldûn dest bi nivîsandinê Mukaddime, pirtûkakê li ser dîroka dinê, kir.
Di sala 1378’an de ew vegerîya Tûnûsê û pirtûka xwe Mukaddime temamkir û berpêş a Siltanê Tûnûsêyî we demê Ebû’l-Ebas kir. Ji bo hera Hecê ew li Tûnûsê derket û çû Îskenderîye, Misir e.
Gorî Mexrib (Rojava, ango Tûnûs û Fas) Misir Ibn Xeldûn re ji bo ceng û berxwedan tune bûn gelek xweş bû. Misir a wê çaxe di serwerîya Memlûkan de bû. Lê Ibn Xeldûn li wir jî nikanî bitûnî li siyaset dest bikişîna. Di sala 1384’an de Siltan Barqûq ew kira profesorê Medresên Qamhiye (li mizgefta El-Azherê de) û Qadi. Ji bo nûtî xwestina, wî di wê erkê de gelek berxedan dî û salakê pişt re dest li wê erkê kişan.
Di 1384’an de keştîyekê li Qahîre de malbatê Ibn Xeldûn tîne Îskenderiye bin av bû. Û jin û zarokên xwe, derve du lawên xwe, hemû gî mirin. Çû Hecê hat şinda di sala 1388’an de xwe da prefoseriyê xwe. Ji bo Dijberên xwe xwestinî ew arama Siltan Barqûq de bi wan re ber hev da. Paşê navbera xwe Siltan Barqûq re carî din rind bû heta mirinê xwe heşt caran bû Qadiyê zavê Malikî.
Dewra lawê Barqûq, Nâsireddîn Ferec de ew çû cengekê dija Tîmur. Tîmur hetanî Şamê hatî bû. Wê demê Ibn Xeldûn 70 salan de bû jî beşdara wê rêwîtîyê bû. Ji bo gotgotekê li ser derbekê dijî Siltan Ferec, Siltan Ferec vegerîya Qahîre. Lê Ibn Xeldûn li Şamê ma.
Îbn Xeldûn û Tîmurlenkg ve li Şamê hev dîn. Di adara 1401’an de Ibn Xeldûn vegerîye Qahîreyê. Ew di 17. Adara 1406’an de jîyana xwe dest da.
Pirtûkên Îbn Xeldûn
Pirtûka Îbn Xeldûn a herî pêş de (lûbab el-mûhassal fî ûsûl ed-din, ango Puxte Din) li ser ramanen Er-Razî bû. Di sala 1351’an de dema li Tunus ê bû nivisandî bû.
Pirtûkeka li ser sofîtîyê bi navî (şifa’ es-se’il, ango Lêgerandîna Pîroz) bigumanî di sala 1373’an de li Fasê ji Muhammad re nivisandî bû.
Kitāb el-Îbar“ (Kitab el-îbar we dîwan el-mubtada we l-şabar fî eyyam el-erab we l-acem we l-barbar we men asarahum mîn dewî es-sultan el-akbar, Pirtûka ji bo destpêkê, bûyerê rojên Ereb, Farsî û Berberîyen û bihêzbûna hevçaxê wan) li ser dîroka Berberîyen bû. Ew li heft pirtûken biçûk pêk hatî bû. Pirtûkokê pêş de Muqaddîme bû. Pirtûkokê duhem de heta pêncem li ser Dîroka heta demê Ibn Xeldûn bû. Di pirtûkokên şeşêmîn û hefteman de jî dîroka Berberîyen Mexriban hebû.
El-Muqaddîme
El-Muqaddîme, ango Destpêk, Pirtûkoka Kitāb el-îbarê herî pêş de ye. Di wê de Ibn Xeldûn nirxandinê Dîroka Cîhanê dike. Li ser Muqaddîme Ibn Xeldûn bitûnî jîyanê xwe şixûlî. Di Pirtûkxana Netewîyê Tûnûsê de destnivîsa wêyê xwemalî (orjînal) heye.
Xebatên Ibn Xeldûn dû wî re bi gelek kesî hat bikaranîn. Riva kirinê xweyê li ser malan (re’îsul mal, Kapital) paş re Karl Marx bikaranî. Ji bo wê Ibn Xeldûn gorî hin kesan “bavê” Dîrokzanîyê, Sosyolojî û Polîtîqa ye.
