Kultur

Ji weşanên Doyê 4 pirtûkên nû

Weşanên Do 3 jê bi kurdî, yek bi tirkî 4 pirtûkên nû pêşkêşî xwendevan kir û bi pirtûkên xwe dê li Fûara Pirtûkan a Amedê be.
Weke tê zanîn, Fûara Pirtûkan a Amedê îsal 17ê gulanê dest pê dike û 22ê gulanê bi dawî dibe. Îsal weşanxaneyên kurdan jî têde li dor 100 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Di fûarê de konferans, gotûbêj, panel, helbestxwendin jî têde li dor 40 çalakiyên çandî dê li dar bikevin. Her wiha li dor 300 nivîskarî jî dê li fûarê amade bin û pirtûkên xwe îmze bikin.

Em bi zimanê xwe kurd in

Yek ji pirtûkan ku ji Doyê derketiye pirtûka nivîskar Tosinê Reşîd e ku bi navê “Em bi zimanê xwe kurd in” hatiye weşandin. Pirtûk ji nivîsên Reşîd pêk tê û di heman demê de wekî dîrokek ziman, nivîskar û çanda kurdî ye.
Di pirtûkê de nivîsên li ser jiyana Heciyê Cindî, Cegerxwîn, Şikoyê Hesen, Qanadê Kurdo jî hene, nivîsên li ser alfabeya kurdî, ziman, niştiman, olê jî hene. Her wiha nivîsa li ser pêşketina kurdolojiyê li Akamediya Ermenistanê jî heye, nivîsa li ser 50 saliya kongreya kurdnasiyê jî…
Nivîskar Tosinê Reşîd ku di sala 1941’ê de li gundê Kûrekendê ya li ser navçeya Êçmîadzînê ya Ermenistanê hatiye dinê, nivîsên wî pêşî di Riya Teze de hatine weşandin, helbestên wî di Radyoya Yêrîvanê de hatine xwendin. Tosinê Reşîd ku ji sala 1993’yan ve li Avusturalyayê dijî heta niha 9 pirtûkên wî çap bûne û di heman demê de wî hin berhemên nivîskarên rus wergerandine kurdî.
Tosinê Reşîd, di vê pirtûka ‘Em bi zimanê xwe kurd in’ de jî gotarên xwe pêşkêş dike. Gotarên ku yekemîn jê di sala 1983’yan de û yên din jî ji wê rojê heta niha hatine nivîsandin dîrokek pêşkêşî xwendevanan dikin.

Rewşa Romana Kurdî

Pirtûka din ku ji Doyê derketiye pirtûka nivîskar Medenî Ferho ye ku bi navê “Rewşa Romana Kurdî” hatiye çapkirin.
Ferho, di pirtûka 319 rûpelî de gotarên xwe yên li ser mijarên cur bi cur pêşkêş kirine. Di 100 rûpelên pêşîn de gotar zêdetir li ser romanên kurdî, rewşa edebiyatê li Bakur, nivîskarên kurd, rewşa roman-nivîsaran e. Ferho dikaribû vê beşê tenê bi sernavê niha bikar aniye “Rewşa Romana Kurdî” pirtûkek serbixwe çap bike û gotarên mayî wekî pirtûkek din çap bike (ku wisa ba dê baştir ba), lê na, hemû gotarên xwe ku li dor 60 hebî ne di vê pirtûkê de çap kiriye.
Ji bilî mijarên rewşa romana kurdî ku navê xwe li pirtûkê jî kiriye, di beşek din de zêdetir ziman, netew, perwerdehî û otoasîmîlasyon, di beşek din de rewşenbîriya kurdî û entelektuelî, di beşa herî dawî de jî medya derketiye pêş.
Di “Rewşa Romana Kurdî” de xwendevan bi gotaran fikrên Ferho yên cur bi cur dikarin bibînin û jê hay çêbin.

Di sedsala 19 û 20’an de Êzdiyên Serhedê

Pirtûka din a bi kurdî ku ji Doyê derketiye jî bi sernavê “Êzdiyên Serhedê, Sedsala XIX – destpêka sedsala XX’an” hatiye weşandin. Pirtûka ku Pîr Dîma nivîsandiye Ezîzê Cewo ji rusî wergerandiye kurdî.
Prof. Albêrt Mêntêşaşvîlî û Dr. Lamara Paşaêva ku pirtûk redekte kirine li ser pirtûkê wisa gotine: “Ev pirtûk dîroka ber û qebîlên (êl û eşîrên) êzdiyên Kafkasyaya Başûr (Ermenistan û Gurcistan) pêşniyarî xwendevanan dike ên ku heya sedsala XIX’an li Serhedê diman. Peyva ‘sersed’ bi kurmancî tê wateya ‘li ser sînor’ û parçeyekî axa berfireh e li bakurê welêt; ev qeza Qersê, herêma (wîlayet) Wanê, senceqa Bazîdê û Eleşgirê digire nava xwe. Di vê serdemê de, ya ku di vê pirtûkê de tê lêgerîn ev herêm bûbû qada pevçûnên leşkerî di navbera Rûsya û Împaratoriya Osmanî, wisa jî di navbera ber û eşîran de. Pirtûk ji bo kurdzanan, êtnograf û dîrokzanan, wisa jî ji bo komeka xwendevanan a berfireh hatiye armanckirin.”
Pirtûk wê serdemê ji aliyê civakî, olî, erdnîgarî ve digire dest û serdemeke ronî dike.

Şaristaniya Kurdistanê

Pirtûka dawî ku ji Doyê derketiye bi tirkî ye û bi sernavê “Kurdistan Uygargili” (Şaristaniya Kurdistanê) hatiye weşandin û bi bin-navê “Tahirin Başlangici, Uygarligin Beşigi, Medeniyetin Temelleri” (Destpêka dîrokê, dergûşa şaristaniyê, bingeha medeniyetê) hatiye weşandin. Pirtûk ji aliyê Hasan Baraçkiliç ve hatiye nivîsandin.
Hasan Baraçkiliç ku sala 1954’an de li Çewlikê hatiye dinê di sala 1981’ê de ji doza PKK’ê hatiye girtin û 20 salan di girtîgehê de maye. Baraçkiliç piştî derketiye di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de xebitiye. Berî vê pirtûkê jî 2 pirtûkên wî yên din bi tirkî derketine.
Ew di lêkolîna xwe de diçe heta serdema Neolîtîk, paşê tê li ser herêmên li Kurdistanê ku ji bo mirovan navendî kiriye, dûre qala Şaristaniya Hurrî, Hîtît, Ûrartû her wiha qala dîroka koka kurdan dike.
Baraçkilik di pêşeka pirtûkê de wisa gotiye: “Ev sernavê pirtûkê dibe ku ji bo we sernavek nepixandî bê, lê ez bawerim ku pirtûka ‘Şaristaniya Kurdistanê’ dê tiştên hatine ji ber kirin ser û bino bike.”

Back to top button