Nivîsar

Li Bakur siyaset û kurditî

Ewên ko ji çanda dîrokî a kûr û dirêj a kurda bê zanîn, bê agahin û xwedê giravî li ser mafê Kurda konevanî dikin. Ewên ko ji bona berjewendî yên xwe yî tekekesî li ser banga Ocalan (ŞEREFETTİN ELÇİ, TDŞK Ü HAKPAR) bê hiş û bê armanc, bi bazdan xwe avêtin bextê Ocalan, belkî bibin mîlletwekîlî. Xwe teslîmî îrade Ocalanî kirin.

Ew kesên   ko ji bilî berjevendîyên xwe ne xwedî ti armancekê ne û ti hewîldanên wa ji bona doza mafê Kurdistanê nebun, lê li ser mafê netewe Kurd konevanî (sîyaset) dikirin eşkere bûn. Ocalan Kurdên Tirkîye yî di bin îradeya xwe de, li hev civandin, da bi sîsteme Kemalizmê û Ergeneqonê re entegre bike, şerê fikr û ramanên netewe kurd bike. Wî, ew kesên ko bi xebat û bi helwestên xwe, heta îro kurd dixapandin, li ser mafê netewe kurd, perlementî û mezinatî dikirin, ew herdem amade bûn ji dagirkere re şivqa derbixin deşîfre kir.

Wekî  ŞEREFETTÎN ELÇÎ, BAYRAM BOZYEL û hinek kesayetên ji der û dorên HAKPAR û xwedê giravî ŞOREŞGERÊN DEMOQRAT û hinek kesên li ewropayê ko hilma Kurdistanê jî behn nakin ji DÛÛÛRve  bi îmzayên xwe van li hevhatinên di bin îradeye Ocalanî û hevbendîya Kemalîzmê de, pîroz dikin, di pejirînin û piştevanî dikin. Jê tê zanîn ko ew hemû, bi salane bi hasret li berdengî şewqata Ocalanî bûn.

bawerim Wê raya giştî,  rojeki nediristayî ya van kes û rêxistinên menfaatperest bibîne, van qawîmîyan li Bakur, Kurdên netewî û yên Apoyî, Kemalîst ji hevûdu cuda bibin. Eve ya jî wê zelalî yekê derbixê qada xebata doza mafê Kurdistanîyên netewî. Wê demê hemû xebat û tekoşîn wê ji bona doza mafê hemû nirxên rawa û xwezayî ya Kurdistan bikar bên. Hingê kurd û dinya wê bizane ka kurd doza çi dikin. Ez bixwe jî pêvajoyê baş dibînim; gemara li ser ava golê xwe dide alîyekî û ava zelalî bi xweser, paqij û bi kêrhatî dimîne. Hêvîdarim kurdên netewî bi helwestek a îstîkrar, biryardêr û bi hestên bilind a netewî di doza mafê Kurdistanê de têkoşer bin û guh nedin apocîyên kemalîst, yên ko mirîdîtî ya îmralî qabul dikin, bi Kemalîstan re li hevin û kurdan dixapînin.

Ev 30 sala ko Ocalan xortên Kurda bi dagirkeran didê kuştin, dibê “me di nav xwede 15 hezar infaz çêkir”  Ehmed Tûrk dibêje “em amade ne ko 17 hezar kiryarên nedîyar (qatilên Kurd) afu bikin” ji bilî vana jî bi 10 hezara mirovên kurd hatin qatil kirin, bi hezaran gûnd şewitîn û vala bun, bi 100 hezaran kurd penaber, îşkence û hepis û talan bun, bi hezaran ciwanên kurd îro li çîyayê Kurdistanê bi armancake gelek paqij ji bona ko dewleteke Kurdistanê damezrênin zahmetîyê dikêşin lê li ser xwîna wa hinek kes ji bona berjewendîyên ezîtîya xwe bikartînin, Lê sed mixabin ev ji alî raya giştî ve hêja nehatîye zanîn û fehm kirin. OCALAN ( “Gördüler ki bizi tasfiye edemediler. Kürt sorunu da önlerinde duruyor. Bu noktada önemle şu hususu belirtmek istiyorum: bana altın tepsi içinde bir devletçik sunsanız bile ben bu şekilde asla kabul etmem. Çünkü ilkesel olarak devletin, ulus-devletin bir çözüm olmadığını biliyoruz. Demokrasiyi, demokratik anayasal çözümü esas alıyoruz. Ben demokratik çözümden yanayım diyorum.” 25 Adar 2011 ANF

( ji notên Parêzeran) Naxwe ji bona çi tu zarokê xalkê ê 10- 12 salî dişîyênî çîya û pêşîya tangên dagirkeran? Gelo tu çawa vî mafî di xwede dibîne? Gereke  hemû kurd vê pirsê bikin û pedivî  pê heye ko Ocalan û hevalbendên wî bersîva van pirsa bidin. Ma gelo evqas berdelên giran ji bona lihevhatina kurda bi Kemalîstan re bu? Ma gelo miletê kurd ev qasî bê rumetî haq kirîye? Ma gelo xortên kurd ji bona hinek kes bibin mîlletwekîlî ya jî hinek kes berjewendîyên xwe yî malbatî bidest bixin derketin çîya, ko ji van kesen re çekdarîyê dikin? Ma gelo karê kurda ew bu ko LOZANA 2.avabikin.? Bersiv NA.

gelo ev mafê BDP hebu jibona hin kes bibin perlement, Îbrahim Oruç derxistin kolana û dana kuştin?  Bawerim ko ev hemû sucê  kurdên ko kohnevanî (sîyaset) ya dagirkeran taqlît dikin, ji bona perlamantîyê û ji bona hinek berjewendî yên bê nerx, li ba Kemalîstan cih digirin û doza Kurdistan ji bîr dikin. Ev rewş û kêmasî ji rûdan û helwestên PKK-BDP ne. Wê roj were ko miletê kurd hesabên va kiryarên qirêj gelekî bi tundî pirs bike. û  xalkê kurd ji PKK’e  û çekdaran jî ji qandîlê azad bike. Lewra miletê kurd êdi dibînê ko her roj 10 termên xorta ji çîya têne gund û bajaran lê ne di ber tiştekî de.Êdî eşkere dibêjin ko li ser tepsîyeke zêr ji ew dewletekê naxwazin.

Ezê nûha pêvejoya ko li ser banga Şerefettîn Elçî rudanên çêbun ji raya giştîre agahdarî bidim.

 Cîgirê SEROKÊ GÎŞTÎ KADEP Lûtfî Baksî  “Me damaznêrê partîya xwe civand, di vê civînêde biryar hat girtin, em nema dikarin partîyê li ser pîya bigirin,  pêdivî bi kurdên netewî  ji bilî PKK- BDP RÊXISTINEKE NÛ Û NÛJEN AVABIKIN. Heye. Lûtfî Baksî, Yûksel Avşar û Nîzamettîn Mazkan peywîrdar hatin hilbijartin, em şandine  Amedê de em ji bilî BDP li der û dorên rêxistin û kesayetan  re hevdîtinekê çêbikin û em fikr û ramanên we bizanibin. Me ev bîryar bi serokatîya Şerefettîn bi yek dengî pejirand em 3 kes weke qomîsyon peywîrdarin” Li ser vê bangê ME (BIZAVA PARTÎYA KURDISTAN Ê) Ji bo guftugo qisekirinê maqul dît.

Ji bilî me bi TDŞK , HAKPAR Û DÎCLE FIRAT DÎYALOG GURUBU re jî axivîn 10.1.2011 de, ŞEREFETTİN Elçî hat bi 4 terefan re hevdîtin pêk anî. Çend ro  bi şunde li ser daxwaza Şerefettîn me 5 grup civînek di roja 19.02.2011 li dar xist di encama gelek minaqaşayande bi îmza 12 kesên temsîlkarên 5 qolî  li ser protoqolekê li hevkir

TEKSTA PROTOQOLÊ LI JÊR e. Xebata 5 qolî 3 civînê mezin jî, ji konevan (sîyasetmedar) a ronekbîr û welat parêzên kurd pêk anî ji wana re agahdarî  hate dayîn û fikr û ramanên,pêşnîyar û rexneyên wana guhdarî hat kirin. Dîsa li ser rexne û pêşnîyarên her 3 civînên hatibu çêkirin li ber çava hetgirtin û di PEYMANEKÊ DE hat nîvisandin ev rudan hemî bi amadebûyine 3 merivên KADEP ( Lûtfî Baksî, Nadîr Yektaş û Ciwan Roj) de çedibu PEYMAN ji 10 xalaye ew li jêre. Gelî dost û hemî welat parêzên dilsozên kurd ev xebate ewqasî bi rumet, dihat domandin  hevîyên kurdên neteweyî bi coşî li berdengî bûn lê mixabin me dît ko waye destê ŞEREFETTÎN ELÇÎ di destê Kışanak de bilindkirî ye wî  weke endamê BDPê a serbixwe anons dikin. Gelî dosta, xuyakir ko Şerefettîn ji bo berjewendîyên xwe yî tekekesî bloqa hevkarîya neteweya kurd/Kurdistanê sabote kir û bi vê bloqa ko li ser banga wî hatibû avakirin hat ruxandin. Gelo wê sibe ji bo hinek berjewendîyên xwe  heman tişti bi BDP  ji nekê.  Lewra li Bakur sîyaset û kurdayetî ji hev nahatîyecudakirin.                                                                                                                

17.05.2011

Mehmet Emîn Kardaş

mailto:[email protected]

 

Pêdivî heya ko ez va rudanan ji raya giştî re bêjim. Di encama gengeşiya 5 terefan de lihevkirinek pêk hat. Ew lihevkirina bi protoqola li jêr hat tespît kirin.

 

 PROTOQOL

KADEP, Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd, Bizava Partiya Kurdistanê, Lêgerîna Kurdên Demokrat, Gruba Dîyalogê ya Dîcle-Firatê, encama hevûdîtinên dualî, di 19. 01. 2011-an de civîneke hevbeş li dar xistin.

Rojev/Mijara civînê, “li Bakurê Kurdistanê tevger û rêxistineke nû pêwîst e û an na, heger tevger û rêxistinek nû pêwîst e, karaktera vê tevger û rêxistinê, pîvanên bernemayî û hiquqî ya vê tevger û rêxistinê dê çi bibin,” bû.

Terefan, di civînê de, li ser rojev/mijarê, gengeşî kirin; li ser tevger û rêxistinek nû pêşniyarên xwe bi giştî û piralî pêşkêş kirin.

Encama nerîn û pêşniyarên hemû terefan, bi yekdengî biryar hat girtin ku pêwîstiya avabûna tevger û rêxistinek nû heye. Ev tevger û rêxistina, dê “kurd” û “kurdistanî” û “demokrat”  be, li ser bingeha grubbûnê ne, dê girêdayî hiqûqa kesayetî ava bibe.

Loma jî biryar hat girtin ku peymanek hevbeş bê amade kirin. Ji bona amadekirina peymanê
komîsyonek, ji pênç kesan (Tahsîn Sever, M. Emîn Kardaş, Halîm Îpek, Lutfî Baksî, Muhîdîn Batmanî), pêk hat.

Komîsyonê, beriya ku reşnivîsa peymanê amade bike, dê bi hemû terefan re civînan pêk bîne û nerînên beşdarên civînan werbigre. Di amadekirina peymanê de van nerîn û pêşniyaran bide ber çav.
 

KADEP: 1- Lutfî Baksî, 2- Cîvanroj Ceyhan, 3- Nadîr Yekta

Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd: 1- Halîm Îpek,    2- Abdulhey Okumuş

Bizava Partiya Kurdistanê: 1- Îbrahîm Guçlu,   2- M. Emîn Kardaş,    3- Baha Mutlu

Lêgerîna Kurdên Demokrat: 1- Tahsîn Sever,  2- Sedat Çinar,    3- Mamosta Muharrem

Gruba Dîyalogê ya Dîcle Firatê:  Muhidîn Batmanî

Amed, 21. 01. 2011      

(Nasname)

Back to top button