Nivîsar

Ji sala 2003ê heta niha Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilinde, Kerkûk ne bajarê kesekiye “Dilê Kurdistane“

Pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, li parlentoyta Iraqê û hinek dezgehên Iraqî de bo sedemê   reaksiyoneki. Lê ya balkêş helwesta Tirkiye û taybetî di vê derbarê de gotinên serokkomarê Tirkiye Receb tayib Erdogan bû.Dixweyê Erdogan bê ku li dora xwe binêre ketiya di nava psikolojiya referanduma Tirkiye û rastî jî gelek cara di axavtinên xwe de tiştên çewt û ne di cih de dibêje.Ji berî her tiştekî pirsa Kerkûkê pirsgirêkeke di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Ne Erdogan ne jî aliyek din nikare di vê derbarê de bandore li li Başûr bike.  Ji sala 2003ê heta niha Kerkûk û gelek deverên din  di nava maddeya 140ê de ne û bi biryara Hewlêr û Baxdayê ya hevbeş diviya referandum pêkwerê û xelkê van deveran biryar bidin ka dê li ser herêma Kurdistanê bin yan jî dê li gel Bexdayê yanî hukumeta nawendî bimînin. Lê ji bo helwesta Bexdayê heta wek îro ev referandum pêknehatiye.Ji aliyek din, ji berê ve heta wek îro hukumeta Kurdistanê dibêje: Kerkû bajarek Kurdistanêye. Lê ne tenê kurd li Kerkûkê dijîn , turkman û ereb jî li Kerkûkê dijîn. Di rastiya xwe de jî Kerkûk bajarek Kurdistanêye, lê ne yê kurda tenê ye.Pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê çima îro hate rojevê ev jî cihê minaqeşêye. Ji ber ku ji sala 2003ê heta niha her Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bûye. Ev ne tiştek nû ye. Lê ji bo çi taybetî di vê demê de hevcehiya vê yekê derket holê , gerek baş bê nirxandin.Li vê derê çend xal hene divê bête zelalkirin.Piştî şerê DAÎŞê bi sedên cara hukumeta Kurdistanê daye xûyakirin ku, ew deverên Kurdistanê ku ji aliyê pêşmergeyan ve ji DAÎŞê hatin pakijkirin dê li ser herêma Kurdistanê bin. Pêşmerge bi xwîna xwe sinorên Kurdistanê kifş kiriye û şûnve venakişe.Kerkûk jî deverek ji waneye ku, Pêşmergeyên Kurdistanê li dijê teroristên DAÎş şerkiriye û ev şerê li dijê DAÎşê di bin Ala Kurdistanê de hatiye kirin.Serokê Kurdistanê ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê biryara referandumê daye û hemû aliyên siyasî di vê biryarê de hevbeşin. Dê referanduma serxwebûnê sala 2017ê pêkwerê û piştî encama referandumê jî ragihandina serxwebûnê dikeve di rojevê de.Heyetek ya PDK, YNK û nûnêrê serokê Kurdistanê ji bo vî babetî serdana Bexdayê kirin û Bexda jî ev yek erênî dît. Ji xwe ev mafek rewa û yasayî yê kurdane.Ji xwe dema referandum pêkwerê û prosesa ragihandina dewletek Kurdistanê bi fiîlî destpê bike , Kerkûk jî beşek ji vê prosesêye.Biryara meclisa bajarê Kerkûkê ji xwe hebû , wek hatî diyarkirin Ala Kurdistanê her bilind bû. Bawerim ev biçekî bû wek şovek siyasî.Di serî de serokkomarê Tirkiye Erdogan û herkesek dizane, Kerkûk bajarek Kurdistaniye .Tirkiye bi tu awayî li ser dahatuya Kekûkê ne xwedî biryare. Lê helwesta Erdogan jî ji bo hewayê referandumê ye.Turkmenên li Kerkukû ne li dijê rewşa Kerkûkin. Tenê Cephê Turkmenî li dij disekine. Ji xwe piraniya wan hemwelatiyên Tirkiye û endamên MHPê ne. Ew nûnertiya Turkmena  nakin.Ji aliyek din di medya civakî de hinek xwe nenasan bi navê kurda rexne li gotara serokwezîrê Kurdistanê kirin. Yan ew bi kurdî tê nagihin , yan jî bi zanebûn xizmeta aliyên nerast dikin.Ji aliyek din hinek aliyên siyasî Kerkûkê wek bajarê hinek kesayetan nav dikin. Di derbarê Kerkûkê de Barzaniyê nemir gotina xwe ya dîrokî ku, di derbarê Kerkûkê de bûyî wek rêbazekî ji bo Kurda gotiye. “ Kerkûk Dilê Kurdistanêye“ Tu şansê kesekî tuneye li dijê vê gotarê di derbarê Kerkûkê de siyasetê bike yan jî navek din li Kerkûkê bike.Nûçe analiz/N.Firat 

Back to top button