Polîtîk
Ji Qendîlê diçin Îmralî
Li gora medya Tirkî îdia dike, dê demek nêzik heyetek ji kesayetên akilmend, parêzerên Ocalan û kesek ji Qendîlê serdana Ocalan li Îmralîyê bikin.
Li gora tê gotin salvegera destpêkirina prosesa devjêberdana çek û aşitiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê divê heyetek serdana Ocalan bike. Ji ber ku piştî seredana serokê Kurdistanê ya Diyarbekirê hêviya aşitiyê mezintir bûye.
Herweha ihtimala ku gelek endamên KCK bê ku efuyek giştî bê ragihandin ji girtigehan bêne berdan heye.
Lê Erdogan bi israr dibêje ji bo gavên pêwîst bêne avêtin divê PKK ji çiyan werê xwar. Wek tê zanîn dawiya meha adara 2014ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên mehellî hene. Niha AK Partî û BDP jî gavên ku tavêjin de hesabê hilbijartina dikin.