Polîtîk

Serdana Barzanî normale

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik diyar kir ku serdana Barzanî ya Amedê “bûyerek normal e” lê li hember daxuyaniya Barzanî ya li ser PYDê nerazîbûn nîşan da. Bayik, her wiha bilêvkirina peyva “Kurdistanê” ji aliyê Erdogan ve jî erênî û yek ji encamên xebata kurdan nirxand.

Her çiqas dihat gotin ku PKK zêde ji serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amedê razî nîne lê Hevserokê KCKê Cemî Bayik di nivîsa xwe de ya ku di rojnameya kurdî ya Azadiya Welat de hatiye belavkirin, diyar kir ku serdana Barzanî ya Amedê tiştekî normal e û wiha got: “Ji ber ku heta niha gellek berpirsên Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kirine û Birêz Barzanî jî yek ji wan e.”

Cemîl Bayik, ragihand ku lê tişta ku ew êşandine daxuyaniya Barzanî ya li ser PYD û Rojavayê Kurdistanê bûye û wiha anî ziman: “Daxuyaniya Birêz Barzanî ya ku beriya serdana Amedê li ser Rojavayê Kurdistanê dabû, bû sedema dilşikandina kurdan. Ji ber ku kurd Rojava mîna rûmet û namûsa xwe dibînin, her wiha Filistîn ji ereban re çi be Rojava jî ji kurdan re ew e…”

Derheqê bikaranîna peyva Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan de jî Bayik diyar kir ku bêguman bikaranîna peyva Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve tiştekî baş e her wiha gotinên wî yên derbarê Bakûrê Kurdistanê de jî ku gotibû “Di yekemîn parlamentoya Tirkiyê de ji deverên rojhilat û başûrê rojhilat ên Tirkiyê re jî digotin Kurdistan. Ataturk jî Kurdistan bikar aniye” tiştekî baş e û encamên xebata rizgariya kurdan e.

Hevserokê KCKê destnîşan kir ku KCK piştgiryê dide projeya “xweseriya demokratîk” a PYDê li Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Lê hinek partî ji PYDê re dibêjin werin em destkeftan li hev parve bikin û partiyên din jî li derve bihêlin, çimkî hemû sazî û partiyên siyasî di nav xwe de digire.”

Cemîl Bayik, derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de jî anî ziman ku Hikûmeta AKPê ji ber ku ti gavek nehatiye û têgeha wê ya çareseriyê bi têgeha çareseriyê ya kurdan re li hev nayê, pêvajo xitimandiye û bêcidiyeta AKPê rewşa şer li holê hîştiye û wiha got: “Ji ber vê yekê kî alîgirê çareserî û pêvajoyê be divê polîtîkayên AKP’ê rexne bikin û fişarê bidinê ku ji bo çareseriyê gav biavêje.”

Bayik di nivîsa xwe de qet behsa Şivan Perwer ku digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amedê kiribû, nekir.

Back to top button