Em hevdure xwedî derkevin
Bê fehmî,nezanetî,kevneşopî û bê cesaretî cîvaka ji pêşketinan dûr dixe,dagirkerî û îxanetêra rê û şansê dide.Dîroka mirovahîyêda ev zindî û zelal xuya dibe,dîrok tê beravojî kirin.,lê her pirsê dibersîvîne.
Dujmin,dagirker tu wext ji xastekên xwe ên qirêj dest bernade.Rengekî dujmin heye—înkar û îxanet.Xastekek dagirker heye— hetimandin û dagir kirin.
Serhildana me a maf û azadîyêye.Bi serkeftina kurdava dunyak aza,wekhev,bi edalet û durust yê ava bibe.Qedera mirovan û gelanda jîyanek nû û paqij yê dest pêbive (berpêşbe).Zor û zordarî,koletî,dagirkerî ji holê yê rabe.Ez van rêza bê şik bi bawer rêz dikim,dinivîsim.Lewra dîrok kurda baş nasdike û gellek cara edaleta kurda,hêza kurda,vîna kurda dîtiye û hertim qadê giranda kurdara rê daye yê vê carê jî derfet û rê bide.Li ber yekbûna kurda dunya derew û sextekar ro biro acîz û zeîf dibe.Rêk û pêkbûna cîvakada ,dîroka gelanda kurd roleke balkêş leyistine,qedera dîrokê çareser kirine.
DASTANA me ya YEKBÛNÊ DÎROKA HEMDEMÎDA xurt û zindî dibe.
Evîndarîya me a berbi azayê lerzê,leqê û tirsê dixe nava barbar û dizê dîrokê,raperîna me dugehere rênîşa jîyanê,berxwedan û serhildana me şaş dike cîhana dagirkeran.Cîhana dagirkerîyêda edeb,tore,exlaq têk çûyîye,vemirandîye.
Em dibêjin Bila bijî azaya mirovan.,wekhevî,aştî,edalet,rastîya dîrokê û biratîya gelan.Bi vê fehm , helwest û zêhnîyata pîrozva em bi moralin,bi hêzin,qewatin.Vê oxirêda,vê rêyêda xweda yê mezin ê dilovan jî bi meraye.Dem û pêşeroj jî ya meye.Ku em dastana yekbûnê berdewamkin ev cîhan jî yê bibe ya me.Lewra jîyana bi tore ji me dest pêdike,edeb û exlaq jî ji destpêkêda mejû û gîyana medaye.
Ber dîroka mirovahîyê em hertim bi wîcdan û serbilind bûne.Lê sextekarîya,durîtîya
û îxaneta bîyanîyan em paşda avîtine.Kurd hawqasî mirovperest û durust bûne,hawqasî dilpaqij û saf bûne,hawqasî bawerîya xwe mirovanra anîne ku dost,xêrxwez û neyarê xwe ji hevdu dernexistine,yenî ji mirovan îxanetî cavra nekirine hertim bawerîya xwe li bendê xweda anîne.Lê HERTIM jî têkûz îxaneta bîyanîyanra rû bi rû mane,dîsa jî bawerîya xwe li sondê wan ê derew û qirêj anîne dawîyêda hatine rewşek ,jîyanek xirab asê bûne,nirxên xwe pîroz der dane.Ji bo ku ji vê rewşa xirab a bindest û şepirzeyî azabin,ser pîya bisenin destbi dastana yekbûnê û raperîna azadîyê kirine,bi dastana rizgarîyê dimeşin
Ev yekbûnê ese yê jîyan û rewşa me,rênîşa dîrokê,cîhanê,helwesta mirovan a felsefî û cîvakî yê bugehire.Emê bi yekbûnê nexastîyên xwe mecbûrkin ku careke din ji mera,resena mera rûmet û qedir daynin,ji bo kirinên xwe qirêj,gemar,ên ji mirovatîyê der dest berdin . Ji me,ji gelê kurd lêborînê bixwazin,li ber netewa kurd bitewin.Emê îsbat bikin ku rastî jî em şêr û piling û mêrxasê dîrokêne,torîvanê qehremanîya bûne.Emê îsbat bikin ku îro gellek netew ji bo jîyan û hebûna xwe hewcedarê kurdane.Emê cîhanêra nîşandin em kîne.Dîrokêda dest xetê me,îmza me heye tu hêz nikare vê rastîyê înkar bike an jî xewle bike.Bi yekbûnê resana me,dîroka me,cîhana me,xastekên me zelal dibin û jîyana me,nirxên me tên parastin, dema me tê.Emê carek din îsbatkin ku rastî jî kurd lehengê dîrokîne.
Çiqas cesareta me heve emê serpîyabin,gel û mirovên bi cesaret serdikevin.CESARET û YEKBÛN wesîla û temînata (xumalkirina) altindarîyêye.
HEWARA YEKBÛNÊ
Dema hemdemîda a nûjenda kurd ji bo pêşerojek ronî û bi rûmet hewceyî yekbûna netewîne.Kurd pêwîste vê astêda bi zêhnîyyeta xwe va jî yekbin.Dema me a qerebalixda di nava kurdada gelek rêxistin û sazî,partî hatine damezirandin.Rewşa ku îro em têdane ji bo gel ê kurd dest nade ku her kî radibe ji xwera partîkî an jî rêxistinek ava bike,li ser navê gel biaxife dewa serwêrîyê bike.Xwedê zane pirê wan kêra,kîjan dewletêra,çira xizmetê dikin û bi diravê kêva girêdayne.Vê gavê ji gel ra partîk ,yekbûnek saxlem û rêberek netewî lazime.Ev derfet çêbûye,pêk anîn pêwîste,
RISARÊ ROJHILATÊ
Kurd dikarin yekbin,lewra mecbûrin, yek jî ji bo azadîyê yekbûn zerûrete.
Kurd hemberî kujerê xwe jî hawqasî bi rehm û bi însaf bûne ku hertim ew baxişandine,kuzeşt kirine.Ev jî xwe nîşandinek pir pîroze,û dijware.Kurda pêştir dîroka mirovahîyêda tu gelî weha xwe nîşan nedane.Belê dîrok îsbat dike ku kurd hawqasî bi ruhê xweva,bi fehmê xweva saf û paqije,heya wê pêvajoyê mirovhese ku dikare oxirmê lape giranda,rewşa lape dijwarda ne ku tenê dujmin û nexastîyê xwe wisa jî dikare kujerê gel ê xwe jî biborîne û ji gune û kirinên wî ê ne însanî derbazbe.Kurd xwedanê hest û nirxên mirovahîyêye tewrebilide.Ku kurda xaraktêrîze dikî xuya dibe ku kurd xwedanê taybetmendîyên tewrebilind û balkêşin.Analoga gel ê kurd tunene.Kurd bi taybet bi urf û edetê xwe va tên cuda kirin. Kurd mirovne bê şik xêrxwez,bi rehm,bi wîcdan,bi însaf,bi sebr,saf, paqij ,bawermend,xwedênas,comerd,dilsoz,mêrxas ,mirovhes û xwedanê soz û kirinên xwenin,ku destbi karekî kirin naxapînin.Badilheha nehatîye gotin *KURD RISARÊ ROJHILATÊNE*(nîvsarkarê ermenîya ê navdar Xaçatûr Abovyan weha gotîye ) .Belê kurd ne ku tenê mêrxas,şervanê edaletê usa jî maqûlê mirovahîyê û dîrokê bûne,kurda gelek nirx û tiştên pîroz giranbuha balkêş dane dîroka mirovahîyê.Dunya kevnarda hatine hesibandin şawa maqûlê jîyanê,bangdêrê edaletê,dost,xêrxwezê mirovan,evîndarê rastîyê,şervanê azayê,altindarê cengan,rêberê gelan,artêşan,hîmdarê aştî û biratîyê,.wekhevîyê.Lê îro dunya me semtekî dinda dimeşe.Li ser vira,derewa û xapandinê biryar kirtîye.Mafê milyonan ên cîvakî,gerdûnî,însanî,huqûqî eşkela bê edilyane,bi hovî tê pêpez kirin.Yên bê edeb,bê exlaq ji xwe razî û pere hes,kujerên mirovan dunya me îdare dikin.QEDERA GEL û mirovan çaranûsa dunyayê ketîye dest desthilatdarên bê edeb û bê wîcdan.Dunyake wehada akadêmîk MARR derbarê kurdada badilhewa negotîye * Kurd zir ewledên dîrokêne * .Mixabin qedera dunyayê îxtîyara dizadaye .Ji bo van diz û kujerên mirovan ne rastî,ne edalet,ne biratî,ne sîyanet ne jî wekhevî nemaye,bûne qenîmê mirovan,pere malê dunyayê ji bo wan ji her tiştî hêjatir û ferztire.Li ser xwîna mirovan milyarda didin hevdu.Dunyake wehada binelîyên dunyayê ên maqûl û bi sîyanet –Kurd rabûne ne tenê ji bo azadîya xwe,ji bo rizgarbûna welatê xwe hember koledarên nirxên mirovahîyê berxwedan û serhildaneke xurt û demdirêj didomînin usa jî ji bo cîhanek azad û paqij,wekhev raperîneke pîrozda bi biryarin,hember derewkar,tawanbarên dunya me,hember kujer,qatîlên mirovan,hember barbar û talankarê dîrok û cîhanê bi ezm û îsrar rawestîyane.Dijî dêmokiratîya derew,sexte,êrîşkar bi bawer rawestîyane.Kurd bi hest û armanc,bi daxwaz û xaraktêrê xweva dunya meye îrora a desthilatdarva wekhev (ûyxûn) nayê.Lewma jî bi demên dirêj hewl dane ku navbera kurdada yekbûn pêşda neyê.Ku kurd hemberî neheqîya,durîtîya dunyayê yekbûna xwe ava bikin yê bê şik vê serhildanêda ser kevin û yê dawîyê li dunya derewe sextekar bînin,yê dunyak wekhev,azad û rihet ava bikin.Lewma jî manyak û barbarên dîrokê çiqasî ji dest wan tê dijî kurda bi tedbîr dimeşin.Lê dastana me yekbûnê tê nîvsarê,rastîya me tê zelal û xuya kirinê,ber vê zelalbûnê ev dunya qelp rizyay û têk çûy tê xanê.
Dastana yekbûnê bingeha azaya netewa meye.Azaya Kurdistanê wesîla fetilandina mirovahîyêye a ji rêber û sîyasetmedarên desthilatdar ên durî,virek,sextekar,tamahkar û tima û qatîlên cîvakan.
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ
DUMAYÎK HEYE