CîhanRojev

Ji qaçaxçîyên mirovan 89 jê ji Tirkîyê ne

Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ragihand ku di van demên dawî de koçberîya neqanûnî zêde bûye. Li gor daneyên Wezaretê ji hezarî 89 qaçaxçîyên ku heta dawîya meha Gulanê hatine binçavkirin ji Tirkîyê ne.

Koçberîya neqanûnî ya ber bi Almanyayê dîsa zêde bûye, hat ragihandin ku hejmara qaçaxçîyên mirovan ên ku di 5 mehên ewil ên vê salê de hatine girtin nêzîkî hezarî ye. Li gor agahîyên ku ji alîyê Wezareta Karên Hundir a Federal ve hatin dayîn, ji hezar û 100 qaçaxçîyên mirovan ên ku heta dawîya meha Gulanê hatine binçavkirin, 89 jê ji Tirkîyê ne.

Li gor nûçeya DW, hat ragihandin ku yekîneyên ewlehî yên Almanyayê dest danîne ser 159 qaçaxçîyên mirovan, 58 wesayît, pare û depoyên li ser hesabên wan ên bankê bi tevahî 940 hezar euro. FAESER: Qaçaxçîyên mirovan ji rê û tedbîrên nû re amade dikin Wezîra Karên Hundir a Federal a Almanyayê Nancy Faeser, diyar kir ku qaçaxçîyên mirovan bi lez û bez li gor şert û mercên guhertî bi awayekî nermtir tevdigerin.

Faeser ji rojnameya Bild am Sonntag re axivî û diyar kir ku li hember tedbîrên ku hatine girtin, qaçaxçîyan rêyên nû dîtine û buhayê ku ji bo qaçaxçîtîyê xwestine guhertine. Wezîr amaje bi wê yekê jî kir, ku qaçaxçîyan li gor kontrolên li hin navçeyên sînor û biryara girtina di derbarê wan de, qaçaxçîtîya mirovan didomînin. Wezîrê Karên Hundir Faeser, dupat kir ku qaçaxçîyan jiyana mirovan dixe metirsîyê û bi awayekî hovane rewşa koçberan binpê dikin.

Faeser got: “Qaçaxçî mirovan wek alav û hacetan dibînin û herî zêde qezenc dikin, zarok, jin û mêran bi qaçaxî dixin cihên teng û di nava şert û mercên bê av û xwarinê de qaçaxçîtîyê dikin. Ji ber vê yekê em bi tundî û bi biryar li dijî vî sûcê hovane, ku jiyana mirovan difetisînin, têdikoşin”. PENABERÎYA JI TIRKÎYÊ ZÊDE BÛYE Li gor daneyên Tîrmehê yên Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) serlêdanên penaberîyê yên ku li Almanyayê di 7 mehên destpêkê yên îsal de li gor heman serdema par ji sedî 78 zêde bûne. Hat ragihandin ku tenê di meha Tîrmehê de 23 hezar û 674 serlêdanên penaberîyê hatine kirin

. Li gor heman heyama par, ev rêje ji sedî 79 zêde ye. Bi giştî hejmara serlêdanên penaberîyê yên ku ji Çile heta dawiya Tîrmehê hatine kirin 188 hezar û 967 e. Welatiyên Sûrîye, Afganîstan û Tirkîyê di nava serlêdanên salê de di rêza yekemîn de cih digirin.

Back to top button