
Herêma Kurdistanê di meha ewil a salê de mazûrvanîya hejmarek rekor a geştiyaran kir. Ji 1ê Çile heta 30ê Hezîranê li gor par nêzîkî 1,4 mîlyon tûrîst zêde çûn herêmê.
Li Rêveberîya Herêma Kurdistanê, di navbera 1ê Çile û 30ê Hezîranê de rekora tûrîzmê hat şikandin. Li gor daneyên Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de hejmara geştiyaran ji 4 milyon û 500 hezarî derbas bûye. Midûrê Karên Çapemenîyê û Berdevkê Lijneya Tûrîzmê ya HK Îbrahîm Abdulmecîd, ji çapemenîyê re diyar kir ku ev hejmar rekor e. Ebdulmecîd da zanaîn ku di şeş mehên sala borî de hejmara geştiyarên ku serdana Herêma Kurdistanê kirine 3 milyon û 112 hezar bû.
Ebdulmecîd eşkere kir ku pêşketina Iraqê hem di warê siyasî û hem jî di warê ewlehîyê de bûye sedem ku Iraqî zêdetir biçin Herêma Kurdistanê.


