CivakRojev

Bakurê Kurdistanê ji germa dişewite

Şirnex 48, Diyarbekir 44, Êlih 42 pile.

Li Amed, Êlih û navçeyên Cizîr û Şirnexê ji ber germa zêde kuçe û kolan vala bûne.

Li Amed, Şirnex û Êlihê germa zêde bandorek neyînî li jiyanê kir. Li Ameda ku germahîya hewayê gihiştiye 44 pileyî, welatî hawîrdorên bi klîma û qadên sîwan hildibijêrin. Tê payîn ku di hefteya pêş de germahîya hewayê di navbera 41 û 46 pile de be.

Tê gotin ku germa îsal gihiştiye astek herî bilind û heta niha tu salan germek ewqas zêde nehatiye dîtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê germahîya hewayê gihiştiye 48 pileyî. Wek her herêmê, germahîya hewayê bandorek neyînî li jiyana Êlihê jî kiriye. Li Êliha ku termometre 42 pile nîşan didin, welatî ditirsin ku bi roj derneketin derve û gelek ji wan xwe li park û qadên sîberkirî digirin.

Back to top button