
Nêçîrvan Barzanî ji bo erk û xizmeta ku wî li Herêma Kurdistanê kiriye û pêwendiyên dualî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de pêş xistine spasiya wî kir û di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê ji re xwest.
Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks jî kêfxweşiya xwe ya ji bo erkê xwe yê ku li Herêma Kurdistanê kiriye anî ziman.
Irvin Hicks ji bo ku di erkê xwe de alîkariya wî kiriye spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê û pêşketinê ji gelê Kurdistanê re xwest.
Irvin Hicks tebaxa sala borî li şûna Robert Palladino bû Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê.
Irvin Hicks berê di çarçoveya Hêza Leşkerî ya Hevbeş a Cîbûtiyê ya Efrîqayê de şêwirmendê siyaseta derve ya Amerîkayê bû.


