Ji hespê daketin û li kerê siwarbûn

Mirovên bi biryar bin ku wê têkoîna Rizgariya Netewî bikin, bi armanca birêxistinbûnê ewilî wek grûbeke tevdigerin, piştre ev grûb bi beşdarbûnên nû ve li derdora platformekê yan komeleyekê li hev kom dibin. Di encama xebatên birêxistinbûnê de beşdarbûn zêde bibin ev grûb, platform an komele ( dixwazin di qada legal de, dixwazin di qada îlegalîteyê de) biryara partîbûnê digire.

Piştî partîbûnê xebatên ava kirina Eniyeke tê kirin, di xala dawî de jî biryara artêş bûnê tê girtin û ji bo têkoşîna çekdarî li hemû qadên welêt bela bibe bi dil û can xebat tê kirin. Di dema vê têkoşînê de hewceye ku fedakariya herî mezin, qadroyên pêşeng yanî asta rêvebiriyê bigire ser milên xwe. Qadroyên pêşeng heta mirinê jî digirin ber çav û berpirsyariyên mezin digirin ser milên xwe û bi her cureyê fedakariyê jî dikin.

Li cîhanê di hemû mînakên têkoşîna Rizgariya Netewî de kêm zêde pêvajoya ku me li jor rêz kiriye qedeme qedeme, bê îstîsna dûbare bûne û li gelek cihan bi serkeftinê bi dawî bûne.

Îro hîn ji nû ve kombûna kesên ku bi salane rêxistinin, berê partiya wan, eniya wan, artşa wan hebû û di asta herî bilind de têkoşiyane, di derdora platformekê de; di eslê xwe de îtirafa pratîkî ya serneketin, wendakirina wan e.

Mirov di têkoşînekê de di asta herî bilind de be û hewcedariyên wê pêk neyne divê herî kêm bedeleke wê yî siyasî hebe. Ev bedel jî herî kêm di encama xwezayî ya pêk neaîna berpirsyariyên xwe de, li cihê xwe rûniştin e.

Peyva ku di nav gel de dibêjin “Ji hespê daketin û li kerê siwarbûn” wan kesan bi nav dike. Qonaxên xwezayî ya ku mirovên nû dest bi têkoînê kirine derbas dikin, him hêvî dide him jî di nav girseyê de coşiyên nû diafirîne; li serî vegerîna kesên ku berê di van qonaxan de derbas bûne, him nexweş xuya dibe him jî giramiya wan a kêm mayî jî wenda dike.

Bêrîlêkirina qonimên xwe yên kevn yên “serekên” kevn tê famkirin lê tune hesêb kirina wan ê pêvajoyek 35 salan, hesêb nekirina wan ê guherînên ku li cihanê û li Kurdistanê hatine jiyîn nayê famkirin. “Serekên” kevn ên ku bi ramanî di berî 35 salan de mane, civakê di mêjiyên xwe de qerisandine û dibêjin qey hîn wek berê di wê qapasîteyê de ne ku civakê “bi rê ve bibin.” Binketinên wan ên borî bidin alîyeke jî, kemasiya wan ê di xalên feraseta cihana ku diguhere û hilberîna polîtîkayên li gor pêvajoya nû, wan dixe rewşeke tûman.

Ên ku bi bêrîkirina mêj ve dişewitin û berîya paye û statuyên xwe yên berê dikin, divê berî her tiî hesabê binketinên xwe bidin vî gelî. Ne mumkine ku vaadên ewê bibin hêviya gel ên kesên ku hesabê mêj nedane û erka xwe yê pşengiyê di wextê xwe de neanîne cih, ji hedûriyek vala wê detir titştek be. Heta li hember Tevgerên Têkoîna Netewî ku wek hêviyeke nû derketine holê bend ê dikin. Hewldanên wan ên ku ji bo di siyasetê de û di medyayê de xuya bikin û hesabên wan ên şexsî ji tatmînkirina xwe zêdetir ne tiştek in. Mafê wan kesên ku li dû tatmînkirina şexsên xwe ne tuneye ku hêstên netewî yê gelekî bi kar bînin. Di vê mijarî de “kubar” bûn û bilêvnekirina rastiyan, ji bo Têkoîna Netewî ya dînamîk û diperise neheqî ye.

 

Serhat Mêrdînî

 

 

 

Nerîna min :