Beşa 1
Nivîskar û Civaknas Ismail Beşikci ku zêdetirê jiyana xwe ji ber xebat û lêkolînên li ser kêşeya Kurd li girtîxaneyên Tirkiyê de li ser bir, hevpeyvîneke taybetî li gel tora medyayî BBC ya beşa Tirkî kiriye û têda kêşeya Kurd, bi kêşeya ax û kêşeya dewletê da zanîn.
Beşikci da zanîn ku divê Kurd hemû hewldanên xwe ji bo demokratikbûna Tirkiyê nedin.
Beşikci ku ji bo konferansek li zanîngeha SOAS ya di derbarê xebatên Efrîqa û Rojhilata Navîn û Parlementoya Britanya de pêşkêş bike serdana Londonê kiribû, hevpeyvîneke taybet li gel tora medyayî ya BBC ya beşa Tirkî re kir. Beşikci di hevpeyvîna xwe de nexwestiye bersîva pirsiyarên di derbarê (PKK û Abdullah Ocalan, siyaseta Rojava ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê û encama hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê) bide.
Beşikci tekez li ser wê yekê kiriye ku pêwîste herkes bigihe wê zanînê ku li rojhilata navîn de pirsa Kurd pirsa ax û kêşeya dewletê ye, her wiha Beşikcî rexne li ser projeya BDP ya xweseriya demokratik kir, got: Li çareseriya kêşeya Kurd de ya herî baş damezrandina dewleteke neteweyî ye, lê belê eger ev jî nebe herî kêm pêwîste federasyonek bê damezrandin.
Beşikci kêşeya Kurd li çarçoveyeke dîrokî û herêmî de da nasîn û got: Kêşeya Kurd, kêşeya Kurdistanê, kêşeya Rojhilata Navîn e. Heman demî de kêşeya Yekîtiya Ewrupa û kêşeya Amerika ye. Li gor raya min kêşeya Kurd û Kurdistanê eve ye: Kêşeya sergirtina mafê damezrandina dewleteke serbixwe ya Kurdan û parvekirin û perçekirina Kurd û Kurdistanê ye bi taybetî di dema Cemiyeta Neteweyan ya li salên 1920 an de ye. Beşikci berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Nebûna dewleta Kurdan ku nifusa wan ji 40 milyonan zêdetire serdagirtina mafê wan e.
Îro li Yekîtiya Ewrupa ku xwedî 27 endame, wekî mînak dewletên wekî Luksemburg, Malta û Kibrisê nêzîkî nîv mîlyone. Dema mirov temaşa Kurdên ku li Rojhilata Navîn dike ew xwediyê nifuseke 40 milyonîne lê belê ji bo çi statuyeke Kurdan tûneye? li Konseya Ewrupa de ku 47 endamê wê heye, wekî mînak San Marino, Monaco, Liechtenstein, Andorra çar dewletin. Lê statuyeke Kurdan tûneye. Dema ku teror tê gotin navê Kurdan derbas dibe. Sîstem û nîzama navdewletî pergaleke dijî Kurde.