Ji Castro li ser Şoreşa Misrê nirxandinek
Serokê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro li ser protestoyên xelkê Misrê û têkçûyina Serok Komarê Misrê Husnî Mubarekê nirxandinek hate dayîn.Li gorî Castroyê xelkê Misr serkeftinek mezin bidestxistin û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka jî hevalbendê xwe yê girîng jî winda kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçe ya Kubayê Fîdel Castro ji berê ya çend rojan dabû zanîn ku şansê Mubarekê nemaye. Êdî Obama jî nikare Mobarekê di vê rewşa xwe yê xirabê de xilas bike. Mubarek li ser xelkê xwe zilm û mêtingeriyê dike. Mubarek dijminê Filistîniyan û dostê Îsraele herwiha hewkarê grûba şerxwaz a NATO’yê bû.
Castro da zanîn ku Misr piştî peymanên digel Îsraelê bûye cebirxana DYE’yê. Her wiha Castro di hevpeyvinê xwe de pirsên balkêş kir û got: Ew qas çek ji ber çiye ? li dijî kî ? Li dijî welatek Ereb yan li dijî xelkê xwe bû ?
Castro diyar kir ku xelkê Misr her tim li benda bersivên van pirsan bûn lê daxuyaniyên ku hate dayîn ji aliyê servîsên veşartî û Hikumeta DYE’yê hatin û li hemberê xelkê Misrê jî bê hurmetiyek mezine.
Castro wiha berdewam kir: Li Misrê şoreşek hate kirin û ew şoreş ne tenê xwedî derketina mafên rewayê bû. Xelk bi sedemekî biçûk xwe nadin kuştin.
Li paş protestoyan sedemek hebû ku digel siyasetmedarên saxtekar û grûben berjewendi yên netewî û nawnetewî rolekê mezin lihîstin. Castro rexneyên xwe li ser Obama jî kir û got: Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Barack Obama jî xwe wekê karbidestê dinyayê dihesîbine.
Castro di dawiyê nirxandina xwe de: Emê piştrgiya têkoşîna xelkê Misr dikin û em ne li dijî xelkê Îsraelê ne û em li dijî komkujiya xelkê Filistînîne û em alîgirê avabûna Dewleta Filistînîne. Ne li ba şer em li ba aştiyên di navbera xelkên dinyayê de ne.