15'ê Reşemî

15’ê Reşemî

 

Di sala 1956’an û di rojekî wekê Îroyê de Serokê Serhildana Sasonê (Qabilcewz) Evdirehmanê Eliyê Ûnis çû ser dilovaniya xwe.

Evdirehmanê Eliyê Ûnis

Ezbenî; yê we dewlet, paşe û generalê we hene,
yê me jî Xwedayê me û çîyayên me hene”

Evdirehmanê Eliyê Ûnis

Evdirehmanê Elîyê Ûnis di sala 1890’an de li Herêma Xerza li Gundê Mêrgan ku bi Hezo(Kozluk) ve girêdayî ye hatîye dinê. Ew, ji heşt kurê Elîyê Ûnis yê çaremîn e.

Evdirehman ji zarukatî ya xwe ve jîr bû. Li ber destê alim û melayên herêmê perwerde bibû. Bi kêmayî û bê pesindan rewşenbirekî pêşverû, sîyasetmend û tekoşerekî di ser xwe de bû. Bîr û bawerîyek welatparêzî yê xurt pêre hebû. Ew jî wekî gelek xwendekarên medreseyan Mem û Zîna Ehmedê Xanî xwendibû û raman a zanistî, mirovatî û netewî pejirandi bû. Pirtûka Mem û Zînê, heskirina gelê wî û welatê wî di dilê wî de mezin kiribû.

Bi malbatî pêwendîyên wan bi mala Şêxên Norşênê re hebû. Heta ku Elîyê Ûnis gundê Reşedara ku bi Hezo ve girêdayî ye, ji Şêx Ehmedê re ji Filla kirîbû. Ji alê dê ve bi mala Hisên Paşa û rewşenbîrê kurd yê welatparêz re têkilî û girêdanê wan yên qewî hebûn.

Ji bo dewleta tirk, Mala Elîyê Ûnis, tahlukeyekî potansîyel bû. Ji ber ku di salên 1925’an da xwîya kiribû ku ev eşîr ji her kesî bêhtir lingê wan erdê digire û teslîm nabin. Dewlet ji alîyekî ve dest neda wan, ji alê dî ve jî li pey fen û fet û komployan bû. Dewleta Tirk gumana serhildanekî qayim ji wan dikir. Ji ber vî jî mifettişê umumî Îbrahîm Talî, ku ji herêma Kurdistanê berpirsîyar bû, gelek cara Evdirehmanê Eliyê Ûnis û Felemezê Cemêlê Çeto dawetê Dîyarbekir dikir û bi rojan li ba xwe mêvan dikir û qedrê wan digirt. Diyar bû ku eşîra Mala Elîyê Ûnis mîna barudeki li hêvîya çirûskekî agir bû.

Piştî ku birayê Evdirehman ê herî mezin Mihemedê Elî çû ser dilovanîya xwe, serkêşîya Eşîra Mala Elîyê Ûnis ji Evdirehman Axa re ma. Evdirehman Axa, nêzîkî gundên xwe yên çîyê (Mêrgan, Malaşeref, Newala, Trop…) çend gund jî ji deştê kirrîbû. Ew bi xwe li Sêvika bi cîh bû. Li wir bi gorî îmkanên wî wextî dibistanekî bi kurdî vekir û dersên zarokan dida.

Rojekî Mifetişê Umumî Îbrahim Talî, ji Diyarbekir diçe Wanê. Berîya bigîjin Zîyaretê, Evdirehman û çend pismamên xwe diçin pêşîya wî. Mifetişê Umumî, bi gazin ji Evdirehman re dibêje: “ Evdirehman Axa ev dostanîya te weha ye, min digo hê ez li Bismilê me tuwê werî bixêrhatina min, tu li serê vî çîyayî têyî pêşîya min?” Evdirehmanê Elî jî dibêje: “ Ez im ku li vir jî hatime pêşîya te. Li ser îftîrayekî, Sawcîyê Zoqê ji her yekî zarowê Elîyê Ûnis re 15 sal bi giyabî girtîgeh hikim daye.” Mifetişê Umumî Îbrahîm Talî dibêje: “Ez niha diçim Wanê, di zîvirandina xwe de ezê vî meseleyî çareser bikim.” Mifetiş, emir dide sawcî ku bi lez û bez van biryara bide îptalkirin her bi çi awayî be. Mifetiş, di Komara Enqere de Padişahê welatê kurda bû. Li ser vî talîmatî Sawcîyê Zoqê teblîxat derdixe ku zarowê Elîyê Ûnis herin dadgehê îfade bidin.

Evdirehmanê Elî, teblîxat distîne û ew jî teblîxatekî ji sawcî re rê dike. Dibêje: “Eger hûn dadgeh bînin Gundê Ceznikê( Ev Gund di nav bera Zoqê û Hezo de ye û di bin bandora Evdirehman de ye), emê werin îfade bidin, yan nexwe em nayên Dadgeha Zoqê.” Sawcî qebûl dike. Roja ku hatîye bel îkirin heyeta dadgehê tê gundê Ceznikê. Zarowê Elîyê Ûnis jî, der û dorê gund bi çekdarên xwe dorpêç dikin û yek bi yek diçin heyeta dadgehê. Li heyeta dadgehê, tenê navê xwe û bavê xwe dibêjin. Îfada wan sawcî dide nivîsandin. Piştî heyeta dadgehê di zîvire Zoqê, ji hemû zarowê Elîyê Ûnis re biryara beraatê dertîne.

Qemçûra(vergî) ku dewletê di welatê Xerza de dicivand, di bin bandora Evdirehman Axa de bû. Evdirehman, ne dihişt tahsîldar here zorê li gundîyan bike. Ewî qemçûr dida civandin, piştre tahsîldar dihatin jê distandin. Heta berî ku serhildana duwemîn yê Sasun(1934-1937) çêbe, serleşkerê Qeza Zoqê dibêje: “Evdirehman Axa, di welatekî de 2 dewlet çê nabin, yan tuwê hebî yan jî dewlet.”

Di Payiza 1934an de şeveqekî hê tav ne daye der, bolukek leşkerê Zoqê bi ser Gundê Evdirehmanê Elî, Sêvika ve digire. Li gund lêgerînekî leşkerî dikin, bêyî ku tiştekî û kesekî bigirin vedigerin Zoqê. Piştî vê lêgerînê bi çend roja çawîşek û 8 leşkerê Gundê Koxê têne Sêvika. Dixwazin Evdirehman bigrin û bibin Zoqê. Lêbelê Evdirehman ji ber ku nexweşe, ji leşkeran re dibêje ancax piştî başbûna xwe dikare were Zoqê. Yuzbaşîyê Zoqê, Evdirehmanê Elî sax an jî mirî bi lez û bez dixwest. Li ser îsrarkirina çawîşê leşker, ku dixwest Evdirehman bi zorê bibe Zoqê, minaqeşe û qirên derdikeve. Di vî gelemşeyî de leşkerek û birayê Evdirehman ê bi navê Şêxo têne kuştin. Piştre leşker hespê xwe dihêlin û direvin diçin. Evdirehman; bi birayên xwe ve malbatên xwe hildidin û diçin gundê xwe yên çîya: Mêrgan, Malaşeref, Newala, Trop… Ji payîza 1934an heta payîza 1935an dewlet bê deng dimîne û tû midaxele nake.

Di vî navbeynî de herdu alî jî amadekarîya şer dikirin. Sebebê vê bûyerê jî nameyekî gilîyê bû. Ev name bi teşwîqa dewletê tête nivîsandin. Usiv Begê Beybo (Usiv Toprak), ev name ya gilîyê weha nivîsandiye: “Hikumeta Fransa, ji Surîye, bi barên hêstiran sîleh û cebilxane bi alîkariya Mala Haco û Ermenîyan gihandiye destê Cemîlê Çeto. Cemîlê Çeto jî ev cebilxana gihandine Mala Elîyê Ûnis. Mala Elîyê Ûnis jî van sîleha wê li xelqê bela bikin û li himber dewletê rabin û wê dewleta Kurdistanê çêkın.” 5 kes jî wek şahit Usiv teyîd dikin: Mahmud Begê Zoqê, Reşîdê Sosê (ji Girêkelo), Hesenê Gênco(ji Milefan), Hesê Reşê Çirî û Feqe Ehmedê Reşîtê Remezanê Herbelusî. Ev gilîya ha çirusîya agir digihîne barudê.

Dewlet li vî welatî ne desthilatdar bû. Di serhildana Sasun a Yekemîn (1925-1928) de ne gihabû armanca xwe û eşîrên ku bîrdoziya welatê xwe dikirin hêjî xurt bûn. Gefe refa Hikumeta Tirk ji vir dihat, dixwest her bi çi awayî be van kes û eşîran bipişêfe. Li ser vî nameyî Hikumeta Tirk, li herêmê kesên ji xwere wekî dijber didît û ku bîrdozîya Kurdînî bi wan re hebû wan digirt dixist girtîgehê. Feremezê Cemîlê Çeto, Resulê Mihemed û gelek serekeşîr hatibûn girtin. Dora Evdirehmanê Elî bû, lê belê ew ne pariyekî bi hêsan bû, di berdestkirina wî de dewlet bi ser neket.

Evdirehmanê Elî, di Serhildana Çîyayê Sasun a yekemîn (1925-1928) de ji bo serokê hereketê Mihemedê Elî re şêwirmendekê gelek girîng bû. Di şer de gelek pêwendîyên civakî û sîyasî bi taybetî pêwendîyên bi dewletê re Evdirehman saz dikir. Evdirehman, him bi Tirkî dizanîbû him jî usil û erkanê civakî baş dizanîbû. Evdirehman bi malbatên xwe ve li gundên çîyê çêtir dikaribûn xwe bi parêzin. Eger li wan biqewimiya nêzîkê çîyayên xwe bûn.

Di havîna sala 1935’an de qolordiya Dîyarbekir dikişe ber Hezo. Li Deşta Dena çadirên xwe vedidin. Serleşker jî li qişlê bi cîh dibin. Leşkerên Sêrtê, Muşê, Çewlîgê, Mêrdînê û Bilîsê yekser bi ser Çîyayên Sasun û Hezo ve digirin. Ji Farqînê (Silîva) heta Motka, Zîyaretê, Sasun û Hezo, ji aliyê Dewleta Tirkan ve Herêma Qedexe (Mintika-î Memnu) tête îlankirin (10.07.1936). Dewlet, nahêle tu kes bikeve vî herêmê. Însanên meyldarê Mala Elîyê Ûnis, têne gullebarankirin, gelek kes di xanîya de bi saxî dihatin şewitandin. Bexçeyên wan û daristanên ku di sed salan de şîn bûne têne şewitandin. Gelek malbatan bi hovîtîyek bê emsal ji gundên wan deranîn û bi pîya berê wan dane şafirên(stepên) tirka(Nava Anadolê). Bi gorî dewletê ev însanên hanê hov bûn û pêdiviye bihatana “tedîp” kirin. Ji ber vî jî navê Serhildana Sasun di qeydîyên dewletê de bi “tedîp, tenkîl û temîzlîk harekatı” tête binavkirin. Eger bivê, wekî çend mînaka mirov bibêje: Li gundê Îngozîk dor û berê 70 kes(jin, zarok, kal) têne gullebarankirin. Zarokekî li ber şîr ku berik lê ketibû, şûna xwînê şîr jê diherikî. Li gundê Kuskêt, piştî ku gundîyan dikujîn, agir berdidin kewarê mêşa, hingiv wekî leyî di cêwê de diherike. Bi kûrtayî, mirov dikare bibêje ku dewlet bi vî kiryarîya Herêma Qedexe; wekî ku av ji ser masiya bê birîn û dînemêt di nav koma wan de bête teqandin kiribû. Wî wextî serleşkerê Tirk, Osman Tufan Paşa ye. Osman Tufan, gelek nêzîkê Atatirk û Înonî ye. Di pey wî de esas birêvebirê şer(ji bo demeki) Yuzbaşî Cemal Madanoxlu ye. Madanoxlu, di pirtûka xwe ya bi navê Serpêhatî(Anilar) de bi yek rêzekî wê wahşetê teyîd dike. Evî tiştî jî teyîd dike ku, tekoşerên Evdirmanê Elî heta ji wan bihata li leşkerê bêritbe nedixistin û dîsa jî leşker di wî çîyayî de tim diket kemînê. Mala Elîyê Ûnis û leşker bi ser ne diket. Rêxistina Evdirehmanê Elî (bi eşîra xwe û digel eşîrên di serhildanê de) ji dewletekî ku li ser 3 qitayên dinyayê hikim kiribû, îdî bi rêk û pêk bû. Evdirehmanê Elî bi hejmarekî hindik çekdar ve bi artêşeke ji hêza xwe gelek zêdetir re şer dikir.

Artêşa Tirk, rastê şikestên dijwar dihat û bi tu awayî nedikarîn vî ‘pirsgirêkê’ çareser bikin. Gelek leşkerê ku bi taybetî hatibûn perwerdekirin û li çîyayê Dêrsim li hember kurdan şer kiribûn, anîn çîyayên Sasunê. Lê belê ew hêzên wan jî têkçûn. Li herêmê ji hinek kes û eşîrên şolyekbir hebûn. Evdirehmanê Elî, Artêşa Tirk bê mefer kiribû. Li ser vî ku ji şer tû encam nayê sitandin. Cemal Madanoxlu diçe bi Evdirehmanê Elî re dipeyive û ku îmkan hebe ji bo Evdirehman teslîm bibe wî îkna bike. Osman Tufan Paşa, ji bo vî hevdîtina Cemal Madanoxlu xwe ne qayîl dike. Bi gorî wî, çênedibû ku dewlet bi eşkîyan re bipeyive, divê wan bigire yan jî bikuje. Cemal Madanoxlu, ji Evdirehman re dibêje xwe teslîm bikin. Evdirehman jî, dide dîyarkirin ka li hemberê çi ev teslîmîyet tê xwestin, eger dewlet bextekî ku pê ewle bibin bide yan jî daxwîyanîyekî ku pê bawerî bînin bide, dibe ku li ser nîqaş bikin û hevdîtina pêk bînin. Belê Osman Tufan Paşa li ser fermana Ataturk, bê qeyd û şert teslîmbûn yan jî di komkujîyê de îsrar dikir. Li ser vî helwesta dewletê Evdirehmanê Elî ji Madanoğlu re dibêje: “Ezbenî; yê we dewlet, paşe û generalê we hene, yê me jî Xwedayê me û çîyayên me hene” û pişta xwe dide Çîyayê Sasun: Karmelêh, Şelaş û Arzîv. Eger karbidestên Dewleta Tirk zanibûna ku werin, wê gazî hemî dinyayê bikira ku di hewara dewleta wan de bihatana. Di dawî de Artêşa Tirk dest bi karanîna balafiran kir. Bi gorî agahîya, piştî bi karanîna balafira nexweşînên bi birînê xedar bi xelqê re çêbûn. Ev jî şipha bikaranîna dermanên kîmyewî tînê bîra mirovan.

Evdirehmanê Elî, ji 1934’an heta 1937’an şerrekî bi mêrxasî domand, lê belê cebilxanê wî kêm dibûn û pêwendîyên bi dervayê herêma wî re gelek zehmet bû. Di dawîya 1937an de 2 sendoq berikên nû, ji Sêrtê ji kaçaxçîyan dikire. Evdirehman, sendoqek li çekdarê xwe bela dike û sendoqek jî ji eşîra Musîyan re bi rê dike. Berîya ku bi van berika di şer de bikarbînin, pê dihesin ku ev berikên hanê sexte ne û namluyê çekan diqelêşin. Piştî vî bûyerê Evdirehman, Derwêşê birayê xwe rê dike bin xetê(Surîyê). Derwêş diçe li wir bi Komara Fransayê re pêwendî datîne. Gotinê Evdirehman ji nunerê Fansizan re dibêje:“ Eger hûn alîkarîya çekan bi me re bikin, em li çîyayên xwe serdestin û emê karibin xelqê xwe biparêzin…” Fransiz ji bo alîkarîya çek û cebilxana didin dîyarkirin ku di qerayê de îmkana neqilkirina malzeman tineye. Eger cîyekî musaît hebe bi balafiran wê malzeme neqil bikin. Evdirehman ji wan re 2 cih nîşan dide: Di çiya de Madeqnî ya Modkan û Deşta Hovê. Balafirên keşfê yên Fransa, tên li van cîya dinihêrin û bê îmkanîyetiya danîna balafiran yê teknîkî didin dîyar kirin.

Evdirehmanê Elî ji bo serketin û domandina serhildanê hemû rê ceribandin. Di dawî de dora bê meferiyê gihîşte. Çê nedibû ku xwe teslîmê dewletê bikin. Teslîmîyet, aqubeta Şêx Seîd bû. Ev tişt eşkere bû. Her çiqas karbidestên dewletê sed sondê namusê dixwarin jî Evdirehman ne di xavîtîya xapandinê de bû. Hêzên xwe yê çekdar û malbatan dike qisim qisim. Her qismekî di guzergahekî cûda de rê dike. Ji tekoşeran ku navên wan ketîye kilam û stranên kezebşewitî; Elî(kurê Mihemedê Elîyê Ûnis e), Mahmê Xelîl(Kurê Xelîlê Elîyê Ûnis e), li çemê Batmanê li Newala Qeremusê li ser gilîyekî bi leşkerekî giran re şerekî bi mêrxasî dikin û her sê jî şehît dikevin. Mistêyê Elîyê Ûnis, Derwêşê Elîyê Ûnis, Nisredînê kurê Derwêş, Evdê kurê Evdirehman, Fadlîyê kurê Mihemedê Elîyê Ûnis û Kazimê kurê Ûnisê Elîyê Ûnis jî berê xwe didin bin xetê (Surîye). Digehin binê Eskîfê pêşberê Gundê Xindukê. Mistê, li ser limêja şeveqê ye û bi derba leşkeran tê kuştin. Bi bêbextîya rêberê wan her pênc kes dikevin destê leşker û wan dibin Dîyarbekirê. Serleşker bi Quran û namusa xwe û sed sondî xwaribû ku tu xerabî nayê serê wan. Kesî tû agahî ji van mirovan negirt. Hatin gullebarankirin, hatin şehîtkirin, hatin şewitandin, her bi çi awayî hatin windakirin ne dîyare. Di qeydên dadgeh û leşkeran de jî navên wan derbas nabe.

Malbata Mala Elîyê Ûnis derbasî bin xetê dibin û îltîcayê Fransa dikin. Li welatê xwe dibin penaberê bîyanîyan. Ev rewşa hanê ji Evdirehman re gelek giran tê, belê şoreşa netewî di ramana wî de projekî ku nikare dev jê bedre ye. Piştî demekî ji Qamişlo diçe Hisîça. Berîya ku Evdirehman here bin xetê gelek rewşenbîrê kurd jî, ji Dewleta Tirk revîya bûn û bi penaberî li wir dijîyan. Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşa, Doxtor Nafiz ji van ronakbîran bûn. Evdirehmanê Elî, pêwendî bi hemû rewşenbirên Kurd re danî û piştre tevlî rêxistina Xoybûnê bû. Ewî li ser girîngîya pêwendîyên navnetewî radiwest. Bi hikumeta Fransa re hindek pêwendîyan saz dikir. Dema Şerê Cîhanî yê Duwemîn dest pê kir, ronakbirên Kurd civînekî li dar dixin. Bi gorî biryara dawî, piştî ku şer xelas bibe pêdivî ji vêga ve xebatekî navnetewî hebe ji bo ku kurd jî karibin mafê xwe yê netewî bi dest bixin. Evdirehmanê Elî jî tevlî civînê dibe. Bi gorî biryara rêxistinê, Evdirehmanê Elî û Ekrem Cemîlpaşa, pêdiviye ji bo pêwendîyên dîplomatîk herin Rusya. Li ser vî Evdirehmanê Elî diçe Beyrudê ba Garo Sasunî hindek ewraqên tarîxî tîne. Rojekî Elî Axayê Zilfo û yekî dî bi mêvandarî diçin mala Evdirehman. Dora rojê Evdirehman, ji bo mêvanên xwe bi rêke ser xetê, diçin stasyona trênê. Rêya trênê ji Tirkîyê derbasî Surîyê dibe, piştre dîsa dikeve tixubê Tirkîyê.

Evdirehman bi mêvanê xwe re li trênê siwar dibe ku wan bi cih bike û vegere malê. Evdirehman li trênê siwar dibe nabe, trên hereket dike û konduktor derî digre. Evdirehman dike ku peya bibe, konduktor dibêje: “Bisekine, trên naçe, manewra dike” çiqas diçe trên surata wî zêde dibe, pêre pêre çend heb leşker tên Evdirehman digirin. Li ser û berê wî digerin, demaça wî û ewraqê wî jê distînin. Di vî navbeynî de trên digihê Nisêbînê. Evdirehman fêm dike ku bi komplo hatiye revandin. Bi lez xwe di kuleka trênê de davêje û dibeze. Leşker jî didin pey, belê ew xwe digihîne nav hinek dar û beran, rêça xwe winda dike. Heta êvarê xwe li wê derê diveşêre û di tarîtîyê de di tixub de derbasî bin xetê dibe. Di wê gengeşeyî de ser û mil û lingên wî birîndar bûne. Piştre li ser daxwaza Dewleta Tirk, Hikumeta Fransa, wî ji Hisîça nefîyê Şamê dikin, ji bo ku ji tixubê Tirkan dûr bikeve. Piştî 1950’yan ku Demokrat Partî li Tirkiyê dibe hikumet, efû derdixe. Qismek ji malbata Mala Elîyê Ûnis dizivirin Kurdistana Bakur. Waliyê Dîyarbekir, ji birazîyekî Evdirehman re dibêje: “Bila Evdirehman jî vegere, efû derketîye tiştek jê re tineye, eger were ez ê alîkarîya wî bikim.” Evdirehman gelek gotin û sozên bi vî rengî bihîstibû. Ji bin xetê ne zivirî û bi hesreta welatê xwe yê azad jîyana xwe ji dest da.

Evdirehmanê Elî, dil zîzîya xwe û wefadarîya xwe, carna bi çend gotinên kurt ên edebî dianî ziman. Yek ji wan ev e:

Ditirsim ey weten bimrim, nebînim bextîyarî tu
Dîsa li bin pencê sitem bi ah û nal û zarî tu
Dil û canê min bi gorî çûn jî daxwaza miradaî tu
Binûsin li ser qebrim weten xemgîn û min xemgîn.

Yek jî li ser rehmetkirina Şêx Dîyadîn(Hezret) gotîye:

Sala sê sed çil me borî
Ji hicreta xeyrulbeşer
Dernehê mahê Sibatê
Cuma bû weqtê seher
Ronîya min da cewabên îrciu cael qeder

Evdirehmanê Elî, jîyanekî bi rumet derbas kir û ti caran dev ji helwesta xwe yê şoreşgerî û neteweyî berneda. Piştî jiyanek û tekoşînekî dûrûdirêj, di sala 1956an de diçe ser dilovanîya xwe û li goristana Dugirê tê veşartin.

 

Nerîna min :