Li Stanbulê polisan kesek bi tuhmeta ku hewldana kuştina rojnemevan Mehmet Metiner kiriye girtin. Li gora agahdariyên di medya tirkî de derketîn, kesek bi navê K.B hewldida ku Metin Metiner bikuje û ji bo vê jî eve demeke Metiner dişopîne. Ka kengê ji mala xwe derdikeve, çewe diçe kar û bi vî awayî li dûv Metiner geriyaye.
Li gora agahdariyan Polisan wan demek K.B. şopandine û dema ew qane bûne ku ew kes dixwazê Metiner bikuje , ew girtine.
Li gora vî kesî di êfada xwe ya polisan de gotî, raste wî hewldaye Metiner bikuje, lê dawiyê ji vê helwesta xwe poşman bûye û ji dev kuştina Metiner berdaye. Li gora KB goti Mehmet Metiner dostê birayê wî bi xwe ye û ji bo vê jî ewî nexwestiye Metiner bikuje.
Gelek îdia di medya tirkî de, di derbarê KB de hene û herweha tê gotink u girêdana wî li gel PKK-ê heye.Mehmet Metiner rojneman û û nivîskarê rojnama Star e. Metiner kurd e û herweha di demekî kete di nav refen DEHAP û di desteya serokatiya partiyê de cih girt. Lê piştî demekî veqeta û niha nêzikî Ak Partiyê ye.