Xelkê Bahreyn jî rabûn ser piyan
Hate ragihandin ku li Bahreynyê bi banga muxalefetê, xwepêşandanên li dijî hikumetê hatîbû plankirin lê ji berêya xwepêşandanê di navbera polêsên Bahreynê û xwepêşandaran de pevçûnek derket.
Şahîdên bûyerê diyar kirin ku polêsên Bahreynê ji bo belav kirina xwepêşandaran li gundê Nevîdratê bombeyên gaz û gulleyên plastîk hatiye bikaranîn. Şahidên bûyerê dan zanîn ku piştî mudaxeleyê bi dehan kes brîndar bûne.
Li Bahreynê grûbên muxafeletê ji bo îroyê banga xwepêşandanek girseyî kirîbûn. Li Bahreynê xelk bi piranî Şi’ine lê belê çend malbatên Sunî di desthildatdariya Bahreynê de ne û kesên Şi’î idia dikin ku il hemberê Şi’iyan nehaqiyek tên kirin.
Di vê navberê de muxalefet piştî nîvroyê ji bo protestoyên ‘Roja Nefretê’ li benda beşdarbûna xelkê bûn lê li asimanên Manamayê bi dehan kopterên cengî hate dîtin.
Qralê Bahreynê Hamad Bîn Îsa El-Xalîfe jî ji bo pêşîgirtina xwepêşandanan bi daxuyaniyekî ve ji bo her malbatek soza 2650 dolar da.