Ji bona damezrandina eniyeke neteweyî çi pêwîst e???

Ji ber vê rewşa xerab divê HAK-PAR bêtir nerm bibe, guhdar bike û li gor daxwaza gelê kurd nexşerêya xwe ya nû bi awayekî ku gel dixwazî destnîşan bike.

Bûbê Eser
Ez gazî û hawara xwe dighêjînim, hemî rêvebir û endamên HAK-PARê. Û dibêjim: Pêwîste hûn ji dema hilbijartina parlemeniyê bêtir kar û xebatê bikin, heye. Ji ber ku bi biryara ketina hilbijartina 2023an we bîr û baweriyeke ji dil da gelê xwe, da ku hûn bibe deng û rengê Kurd û Kurdistaniyan. Ji ber vê, gazî hemî rêvebir, endam û piştgirê HAK-PARê dikim ku li cihê xwe rûniştin û bê tevger mayîn li we nakeve. Ji bona bêtirîn baweriyê, pêwîste hûn bêtir kar û xebatê bikin.
Li pêş we hilbijarrtina şaredariyan heye û ev hilbijartin ji ya parlemeniyê girîngtir û bi wate ye. Ji bona mirov bi serkev e, divê mirov bêtir kar bike. Her ku mirov serketinek bi dest xist, divê kêfa mirov bê, lê pêwîstiya bêtir kar jî derdikeve holê. Belê havîna kurdistanê germ bû, pî û baskên mirov di germê de zêde nalivin. Lê vaye bêhnvedan qediya û hêdî hêdî germê jî konê xwe ji ser Kurdistanê radike û niha dem dema xebatê ye. Wê êşq û hezkirina ku HAK-PARê bi dest xistibû, têr nake. Heger kar hate kirin, helbet wê bêtir bawerî û hezkirin jî bibe. Lê li cihê xwe rawestandin wê ew bîr û baweriya ku gel dabû HAK-PARê têk here û careke din dê firseteke weha nekeve destê wê.
Pêwîstiya ku ji niha da hazirî û propaganda hilbijartina Şaredariyan bê kirin heye. Pêkanîna, konferans an kongreyeke nû lazim e. Bi pêkanîna kongre an konferanseke berfireh de, divê HAK-PAR nexşerêyeke nû, rê nîşandan û helwesta ku divê HAK-PAR çi bike bê diyarkirin da ku li gor wê dest bi xebatek pir alî û firehtir, bibe .Ew jî bi keda kesan dibe. Loma bang dikim ku ew kesên ji HAK-PARê sar bûne, tade an neheqî li wan hatine kirin, vegerin nava refên xwe. Îro roja kar, xebat û xîretê ye.
Ji ber vê pêwîste ku HAK-PAR bi rêya telefon, messenger. Twitter, facebook û rû bi rû an bi kîjan rêyê dibe bila bibe. Li gel wan kesên ku di hilbijartina çûyî de piştgiriya we kiribûn û kesênn dilê wan mabûn, têkilî deyne, yên bixwazin bikin endam yên din jî weke alîgir û piştgirê HAK-PARê bidin diyar kirin. Divê tu caran HAK-PAR alîkarî û piştgiriya kesên bi wê kirine ji bîr neke û zûtirîn demê li gel wan canik û camêrana têkiliyên xwe deyne ku rêya bi hevre karkirinê rehetir û zûtir vebe.
Bi qasî ku agahdarim wê HAK-PAR kongre an civîneke mezin pêk bîne. Loma daxwaza ji bona beşdarbûna vê kongre an civînê divê HAK-PAR hemî dostên xwe vexwînin.dikim. Pêwîstiya bi stratejiyeke nû, bi destûr û bernameyeke li gor vê pêvajoyê û daxwaza gelê kurd, xwe ji bona hilbijartina Belediyan hazir bike, heye. Lazim e ku HAK-PAR rêxistiniya xwe ya ewropa li gel heval, endam û piştgirên xwe xurtir bike. Konferans an civîneke berfireh ku ne tenê ji endaman, ji hemî kesên alîgir û piştgirên HAK-PARê li ewropa jî pêk bîne, heye.
Divê HAK-PAR li bakurê kurdistanê û li ewropa civînanan li gel rewşenbîr û nivîskarên kurd amade bike. Daxwaz û pêşniyarên wan jî guhdarî bike, ka bê ew in çi bêjin û bibin xwediyê xwe û çi pêşniyariyan. Divê HAK-PAR heta ku bikaribe li her welatekî ewropa li gel rojnamevan, siyasetmedar û burokratên ewropî jî civînan li dar bixe da ku bikaribe ji wan jî alîkarî û piştgiriyê bigire.
Niha bakurê Kurdisanê di rewşeke gelekî xerab de ye. Roj bi roj ruhiyeta kurdewarî dimre, ziman têk dihare, orf û adetên kurdî radibin. Ji xwe hebûna miletekî li ser wan e. Heger ew jî neman êdî kurd dê weke milet jî nemîne. Ji ber vê rewşa xerab divê HAK-PAR bêtir nerm bibe, guhdar bike û li gor daxwaza gelê kurd nexşerêya xwe ya nû bi awayekî ku gel dixwazî destnîşan bike. Divê HAK-PAR ji bona damezrandina eniyeke neteweyî bibe motor. Lê ji bona motor jî bixebite ji wê re benzîn û mazot lazim e. Ew jî mirov in. Kesên zana û bîrewir in. Heger em îro dest nedin hev, welat ango bakurê kurdistanê têk dihare.
Divê êdî em herkes ji xwe bipirsin û bêjin: Ma gelo êdî ne bes e, ev koletî û bindestî? Ma gelo êdî ne bes e ev ji hev belavbûn û bê sîwaneke neteweyî? Êdî dem dema yekîtiyan, xebat û damezrandina eniyeke neteweyî ye.
Cihê kêfxweşiyê ye ku PAK û TDK dibin yek. Bi hêviya ku hemî PDK yiyên li bakurê Kurdistanê hene jî bibin yek. Daxwaza min jî ew e ku hereketa Azad û yên ku navê wan nayê bîr min li gel rewşenbîr û nivîskarên kurd bi HAK-PARê re bibin yek. Dûre vana hemî bi hevre bibin xwedî sîwaneke neteweyî ango eniyek neteweyî bê ragihandin.
Heger vana pêk hat hûn bizanibin azadiya bakur Kurdistanê jî dê nêzîk be.Bakurê Kurdistanê li ber têkçûnê ye. Li xwe vegerandina wê bi destê partî û siyasetmedarên me dibe, heger ew jî xwe di bin sîwaneke neteweyî de bikin yek.
De fermo em herkes bi bayê hênik ê payizê şiyar bibin. Dest dibin hev û eniya neteweyî ku îro ji nên û avê ferztire bi hevre pêk bînin. Divê êdî em dijberiya hev nekin.Nakokî û xalên ku em li ser wan ne li hev in, deynin alîkî da ku bikaribin eniya xwe ragihînin û bi hevre beşdarî hilbijartina şaredariyan li bakurê Kurdistanî û li tirkî bibin.
”Heta ku em nebin yek, em herin yek bi yek”.


