Dosya

Ji bo zarokan Norwêç baştirîn û Efxanîstan jî xeraptirîne

Li gor raporekî Rêxistina Tendirustiya Cîhanî, ya di derbarê dabînkirina jîngehekî baş ji bo zarokan Norwêç, Koriya Başûr û Holenda wekî baştirîn welat hatine diyar kirin û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka jî pileya 39 mîn wergirtiye.

Rapor ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî li 180 welatên cîhanê da hatiye amadekirin û pişta xwe bi sedemên wekî mayîna zarokan, salên xwendinê, demên ji dayikbûnê, belavbûna tundutîjiyê, geşekirina welate û hebûna xoreka tendirust de hatiye destnîşankirin.

Her wiha Fransa, Îrlenda, Danîmark, Belçîka pleyên çarem heta ku heftem baştirîn jîngehe ji bo zarokan.

Her wiha ew welatên ku xeraptirîn jîngeh ji bo zarokan heye li gor rêzbendê bi vî awayî ye: Komara Efrîqaya Navîn, Çad, Somal, Nîjerya, Malî, Ghanya, Başûrê Sûdan, Sîralyon û Efxanîstan.

 

Back to top button