Ji bo xwedevanên me yên birêz
Rojevakurd her demekî, di derbarê rojeva siyasî li Kurdistanê hinek pirsan ji partiyên Kurdistanê yên siyasî, ji nivîskar û rewşenbîra dike. Dixwaze di derbarê rojeva heyî de dîtinên wan birêzan bi awayekî bighîne raya giştî ya Kurdistanê.Em wê baweriyê dene ku hinek alî belkî hewce nabînin bi du rêzên bersiva Rojevakurd bidin. Ew belkî bi rêya xwe yan jî bi awayek din dixwazin dengê xwe bighînin xelkê.Ji berî hemû tiştekî em spasiya hemû birêzan yên bersiva me dayîn dikin. Herweha hinek kesan nekarin ji ber hinek sideman bersivê bidin lê sedemê vê yekê ji mere nivîsandin. Em spasiya wan dikin.Lê hinek kesan qet hevce nedîtin ji xwe bersiva me bidin em bi rêzekî bê jî agahdar nekirin. Ihtimale ku hinek kes naxwazin di derbarê hinek tiştan de bîr û baweriyên xwe bêjin. Ev hemû bi awayên cuda cihê rêzgirtinêne.Lê hinek kes hene ku , ne qet bersiva me dan û hinekan jî ji bo bersiva me hinek nivîsên medya Tirkî de bi Tirkî hatin nivîsandin din ji mere wek link rêkirin.Bê guman nirxandina me li ser van kesa heye. Lê cardin ne karê meye ku em behsa vê yekê bikin. Em baş dizanin ku hinek ji tirsa û hinek jî newêrin rastiya xwe bêjin. Lê ew “Rewşenbîrên“ nivîsên medya Tirkî wek bersiv rêdikin , bila xwendevanên me ditîna xwe li ser vê yekê bidin. Ev pirsgirêka wa nya etik e.Belkî hinek kes jî naxwazin bersiva pirsên Rojevakurd bidin, bila vekirî bêjin ku, cardin pirsa ji mere rênrkin em bersiva pirsên we nadin.Hinek kesan jî gilî û gazinde kirine ku me pirs jê re neşandine, em daxwazê ji wan dikên emailê xwe ji me re bişînin têkeliyên me çê bibin.Em wek Rojevakurd di siyaseta Kurdistanê de ne bê aline. Em xwe wek parêzgerên xeta netewî dibînin û bawer dikin ku di vê çarçovê de jî weşanê dikin.Herweha prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr, em bi hemû awayî vê pêvajoyê wek projeyek netewî dibînin û li gora wê weşanê dikin.Ji aliyek din em xwedî derketina nirxên netewî pêwistiyek û heta pîvanek ya niştimanperweriyê dibînin.Cardin em spasiya hemû xwendevanên xwe dikin rêz û silav..Rojevakurd