
Partriya Demokrata Kurdistan Tirkiye di derbarê biryara referanduma serxwebûnê de daxûyaniyek belav kir.PDK-T di daxûyaniya xwe de dibêje:
ve demek dirêj bû ku Kurd li benda vê biryara dîrokî bûn û bendewarê wê rojê bûn. Di civîna 7ê Hezîranê de roj û dema referandûma serxwebûnê destnîşan bû û biryar hat girtin ku referandûma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017 an de çêbibe.Helbet ji girtina vê biryara pîroz re wext pêwist bû. Hem pijandina şert û mercên navxweyî, hem jî di qada navnetewî de peydakirina dost û lobîyek xurt şert û girîng bûn. Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî hem di nav partîyên siyasî yên Kurdistanê de ahengek bi rêk û pêk saz kir, hem jî di qada navnetewî de dîplomasîyek xurt kir û şertên pêkanîna referandûma serxwebûnê amade kir.Lidarxistina referandûma serxwebûnê pêngava dewletbûna Kurdistanê ye. Şert û mercên navxweyî, bi taybet jî rewşa Rojhilata Navîn û pirsgirêkên herêmê êdî avabûna dewleta Kurdistanê misoger kiriye. Aramî û çareserîyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çareserîya pirsa Kurd û dewletbûna Kurdistanê ve girêdayî ye. Di proje, neqişandin û nûjenkirina Rojhilata Navîn a nûjen de hîmên Kurdistanê hatine danîn, dost û piştevanên wê ji niha ve parêzvanîya dewleta Kurdî dikin.Referandûma serxwebûnê gava yekem e, gava duyem jî helbet çarenivîs e, serxwebûn e, dewletbûn e. Helbet heta 25ê Îlona 2017an wê hinek hêz û alî bixwazin provokasyonan bikin û bixwazin ji referandûmê re bibin asteng. Lê dewleta Kurdistanê parçeyek ji Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e û qedera wê hatiye nivîsandin, êdî wê kesek nikaribe wê qederê li gor daxwazên xwe biguherîne.Em wek Partîya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) bi hêvî ne ku wê milletê Kurd di 25.09.2017an de bi dengekî zêde biryara çarenûsa xwe bide û di wê roja pîroz de mizgînîya serxwebûna Kurdistanê bide cîhana medenî.PDK-T08.06.2017