Nivîsar

Tenê di welatek serbixwe de azadî mimkine

Civîna roja 07.06.2017ê civînek dîrokî bû. Herweha ev civîn ji bo çarenûsa milletê kurd gelek girîng bû. Ji ber ku milletekî ji êş û elema sedê salan xilas dike û xebata sedêsalan ku ji bo azadiyê hatî dayîn ber bi armanca dawî ve dibe.Girîngiya serxwebûnê ji bo milletekî herkesek dizane û li gora vê jî dibe xwedî helwest. Partiyên Kurdistana Başûr di serokatiya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de civiyan. Di vê civîna dîrokî de roja referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.Di vê civînê de du partiyên Kurdistana Başûr amade nebûn. Yek ji wan Tevgera Goran û ya din jî Komela Îslamî bû. Goran xwe partiyek çep dihesibîne û Komela Islami jî kifşe ku, rêxistinek nêzikî El Qaîdeyê ye. Tu partiyek Kurdistanî ne xwedî mafe û nikare li dijî vê civînê û biryarên vê civînê derkeve. Nabe nakokiyên navbera hinek aliyên siyasî sihê bêxe li ser vê gava dîrokî.Ev helwesta van herdu partiyan ne helwestek Kurdistaniye û li dijê hemû nirx û destkevtiyên netewîne li Kurdistana Başûr. Eger mirov şerê li dijê DAÎŞê de rol û helwesta van herdu partiyan binêre dê rastiya wan bibîne û ne hevceyê tu nirxandinê ye. Eger hinek alî yan jî kesayet hewlbidin parastina van herdu aliyan bikin, ew jî dikevin rêza wan de û dijitiya serxwebûna Kurdistanê dikin.Gelek cara helwesta aliyên siyasî de xetek gelek zîz derdikeve holê . Yan tu niştimanperwerî yan jî desteke di xizmeta dijminde li welatê xwe kar dikî. Heta ev zîzbûn neyê dîtin rastiya tevgera kurd jî nayê zelal kirin. Di encam de Goran û Komele xizmeta yek nawendî de ne.Partiyên Kurdistanê yên tevlî vê civîna dîrokî bûyin ;Partiya Demokrata KurdistanêYekîtiya Niştîmaniya KurdistanêYekgirtiya Îslamiya KurdistanêTevgera Îslamiya KurdistanêPartiya Şu’î(Komunistên) KurdistanêPartiya Sosyalîst Demokrata KurdistanêPartiya Zehmetkêşên(Kedkarên) KurdistanêPartiya Karker û Rencderên (Kedkarên) KurdistanêPartiya Çaksaziya Pêşketiya KurdistanêLîsta Hewlêr ya TurkmenîBereya(Eniya) Turkmenî ya IraqêPartiya Geşepêdana TurkmenanLîsta Ermen li Parlemena KurdistanêTevgera Demokrata AşûrîCivata Gelê Kildanî Suryanî AşûrîYek tiştî mirov dikare ji bo van partiyan hemûyan bêje, ji beri yek bi yek rolê van partiyan ji bo serxwebûna Kurdistanê bête şirovekirin, di gava dawî de hemûya muhra xwe li vê bûyera dirokî da. Hemûyan ispat kirin ku tu nakokiyên siyasî nikare bibe asteng di rêya serxwebûnê de. Dema bejewendiyên Kurdistanê bikeve holê, û çarenûsa miletekî bikeve rojeva siyasî, bê ku teredûtek hebê biryar tê girtin û gavên pêwist têne avêtin.Li beşên din yên Kurdistanê her aliyek siyasî yan jî kesayetek li dijê vê gava dîrokî derkeve dikeve rêza di bin xeta zîz de. Biryara di civînê de hatî girtin li Kurdistanê pîvana niştimanperweriyê jî kifşkiriye. Her kesek li dijê prosesa serxwebûna Kurdistanê derkeve yan jî hewlbide vê prosesê têk bide ne niştimanperwere û li dijê berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ye.Ev roja dîrokî li miletê Kurdistanê pîroz be. Ji bo pêkanina vê civîna dîrokî û herweha ji bo hemû hewldanên serxwebûnê spasiya serokê Kurdistanê Mesud Barzani dikin. Spasiya herî mezin ji pêşmergeyên qehreman re ye ku, wan bi xwîna xwe di vê rêyê de dan .Mafê zarokên Kurdistaniye jî di welatek serbixwe de jiyanek azad bijîn.9.06/2017Dara Bilek

Back to top button