Ji bo Ûmît Ozdag heta 7 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat xwestin

Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag ev e 77rojin girtiye û niha jî di derbarî tawanên wî de îdianame hate amadekirin.
Ji Ozdag bi îdiaya “Bi rêya çapemeniyê bi rêze gavan tehrîkkirina kîn û dijminatiyê li raya giştî kiriye” 7 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê jêre tê xwestin.
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Ûmît Ozdag de dimeşîne temam bû. Di îdianameya 9 rûpelî ya der barê Ozdag de 34 postên cuda yên Serokê Partiya Serkeftinê, ku piraniya wan der barê koçberan de ne.
Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Ozdag ji hesabê medyaya civakî ku bi kar aniye, di 34 nivîsan da der barê Sûriyeyî û komên din ên penaberan da dezenformasyonê parve kiriye û ev nivîs ji aliyê rayedaran ve hatin redkirin.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat kirin de, di îdianameyê de hat diyarkirin ku Ramîn Seîdî yê ku bi îdiaya “gel tehrîkkirina kîn û dijminatiyê an heqaretê kiriye” hatiye girtin, di lêkolîna malzemeyên dijîtal de hesabê “Embargotv” bi kar aniye û îfadeya vî kesî jî di çarçoveya lêpirsînê de hatiye girtin.