Ji bo Tirkiye nameyek aresteya Biden kirin

Li gora nûçeya Dengê amerikayê, zêdetirê 80 endamên Civata Nûneran ya Amerîka ji Wezîrê Derve Antony Blinken re ser Tirkîyê nameyek şandin.

Endamên Demokrat û Komarî ji rêvebirîya Serok Joe Biden xwestin ku di peywendîyên bi Tirkîyê re ‘’bala xwe bidin ser mafên mirovan ya Enqere binpê dike.’’

Li gor nameya ku di 26’ê Sibatê de hatiye nivîsîn, lê bo bîragiştî hîn nû hatiye ragihandin, ‘’Tirkîye ji zû de ye hevalbendeke girîng ya Amerîka ye, lê serokwezîrê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan peywendîyên Washington û Enqerê sist dike.

‘’Di peywendîyên me yên dualî de bi awayekî mafdar mijarên stratejîk pir balê dikişînin, lê binpêkirinên giran yên mafên mirovan yên li Tirkîyê û paşveçûna demokrasîyê jî fikarên mezin çêdikin.’’ di nameyê de hatiye nivîsîn.

Erdogan di rojên borî de gotibû ku ew bawer dike ku berjewendîyên Enqere û Washingtonê yên hevbeş ji cudabîrîyên wan zêdetir in.

Wî gotibû ku ew dixwazin bi perspektîfeke demdirêj peywendîyên bi Amerîka re xurttir bikin.

Di nameya nûneran de tê gotin ku li Tirkîyê ji 2016’an vir ve pirtir ji 80 hezar kes ketine girtîgehê yan hatine girtin û jiber zexta li ser rikeberîyê jî pirtir ji 1500 rêxistinên civaka sîvîl hatine girtin.

Nûneran bi bîr xistin ku di nav girtîyan de 3 karmendên Tirk yên bo Wezareta Derve ya Amerîka dixebitin hene û dîyar kirin ku ew bi awayekî gumanbar hatine girtin.

Wan bang li rêvebirîya Amerîka kir ku bo ew girtî demûdest werin berdan bala xwe bidin ser dozên wan.

Pirtir ji 50 senatoran di 9’ê Sibatê de bi nameyekê ji Serok Joe Biden xwestibûn ku bo Tirkîye rewişa mafên mirovan ya li welêt çêtir bike, li ser wê fişaran çêke.

Nerîna min :