Civak

Ji bo serxwebûnê bi hişmendiya şîn û şahiya min yek e

Bi minasebeta salvegera Referanduma Serxwebûna Kurdistanê Partiya Koministên Kurdistanê daxûyaniyek belev kir . PKK di daxûyaniya xwe de dibêje: Referanduma serxwebûnê, çawa ku riya serxwebûnê vekir, meseleyan Kerkuk-Xanakîn-Şengal jî bênîqaş çarser kir.Çimkî gelên wê derê bi îradeya xwe ya azad rê dost û dijminan da ku ev bajarana perçeyek ji Kurdistana azad in.

Daxûyanî:

Di salvegera duduya referandûma serbixwe a 25’ê Îlona 2017’an de; em silavan li qerar û encama ku ji %93 hatiye girtin dikin! Di serî de îradeya sîyasiya ku qerera serxwebûnê girtiye û xelkê me yê ku qehremanên sereke yên referandûma serbixwe, xelkên Turk-Ereb-Asûrî-Êzidî/Kurd-Ermenî hemûyan pîroz dikin.

Kadroya siyasetê yên ku li hemberê gefxwarinên rejîmên kedxwar û mutefikên wan serî netewandine û ji qerera xwe venegeryane û xelkê me yê ku di referandumê de bi rekorekî ji %93 ji bo serxwebûnê gotine erê di salvegera duyemîn a referandumê bi hurmetî silav dikin

Serfirazê referanduma serxwebûnê yê sereke xelkên Kerkukê ye. Xelkê Kerkukê dîrok nivîsand. Çimkî kesî meraqa helwestê Hewlêr-Duhok-Silêmaniyê nedikiri çavê wan li ser Kerkukê bû. Bi taybetî rejîmên kedxwara di hilbijartinê de ji bo ku gel bibêje ‘’na’’ bi şantaj û bi her awakî gel tengijand. Lê belê gelê Kerkukê guhê xwe neda wan û çûn ser sendoqê û ji %80 wan got ‘’erê’’ û biryarekê dîrokî girt:Gotin ‘’ Kerkuk dilê Kurdistanê ye’’.

Ji bo serxwebûnê bi hişmendiya şîn û şahiya min yek e, ji herçar perçeyan bi perçe perçe û wek partiyekî nêzikbuyîn muhîm e. Çimkî bi hedefa yekitiya Kurdistanê seknekê wad dan.

Hat dîtin kudi pêvajoya referandumê de partiyên sîyasî û kadroyên ku bi biryar xwestina serxwebûnê dixwestin serketin. Kesên ku li hember derdiketin ya jî yên ku bi durûtî tevdigeryan wenda kirin.

Referanduma serxwebûnê, çawa ku riya serxwebûnê vekir, meseleyan Kerkuk-Xanakîn-Şengal jî bênîqaş çarser kir.Çimkî gelên wê derê bi îradeya xwe ya azad rê dost û dijminan da ku ev bajarana perçeyek ji Kurdistana azad in.

Di serî de Îrana ku di 16’ê cotmeha 2017’an da bajarên me îşgal kir û yên ku hamleya serxwebûna gel nikane qebûl bikin em wan lanet dikin. Gelê me, xiyaneta hereketên sîyasiya Kurd a ku di nava hereketa îşgala dijmin de bi dijmin re herket dikin qet û qet ji bîr nakin.

Çima rejîmên kedxwaran bi planekî Îranê re  li ser Kerkukê êrîşên hemû gele Kurdistanê kirin? Çimkî devletekek ku referansên rejîmên kedxwaran serû bino dike  dihat avakirin.Kurdistana ku bi gavên şênber li hemberê girtîgeha gel û baweriya Îran, Turkiye, Irak û Suriyeyê weke bexçeya bawerî û gel dimeşe. Yanî bi pênc zimanên fermî û bi baweriya temsîliyeta wekhevî û piraniyê dewletek nû ava dibû. Û Turkiya ku pirr caran pesnê xwe dide ‘’ Ez tenê di rojhilata navîn de demokrasiya parlementer im’’ digot lê hew mabû silah ji deste Turkiyê dihat girtin û Kurdisatan ava dibû.

Şupheya me tune ye wê di demekê nêz de qerera xelkê a serxwebûnê wê bi dewletekê serbixwe were cî. Çimkî encama referandumê  ya serbixwe  bi dewleteke serbixwe were kirin wek meseleke zeman û firsed disekine.

Ev ya jî lê zêdekim; Weke Partiya Komunîst a Kurdistanê; bêriya 25’ê Îlonê bi mehan bi partiye me yên din re kampanyaya serbixwebûnê re piştgirî daye. Çimkî doz doza me bû. Bi kelecan û biryara do îro jî em bawer dikin ku ev qerera referanduma serbixwe qererake rast e. 25.09.2019

Partiya Komunîstên Kurdistanê

Back to top button