Nivîsar

Bi hêviya ku rojek wek îro serxwebûn bê ragihandin

Eve du salin li ser Referanduma Serxwebûna Kurdistanê re derbas dibin. Dema ji berî Referandumê baweriyek gelek mezin ji bo welatek serbixwe miletê Kurd re peyde bibû. Taybetî serdana serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên desthilata Kurdistanê ya derveyê welat dida xûyakirin ku dê pişgiriyek navdewletî ji bo referandumê li Kurdistanê hebe.

Herweha li başûrê Kurdistanê wek aliyê siyasî PDKê serkêşiya vî karî dikir û bi çalakiyek mezin propaganda vê yekê dikira. Mixabin aliyên wek YNKê, Goran û Komele bi devikî didan xûyakirin ne li dijê Referanduma Serxwebûnîêne , lê rolê pêwist jî tu cara neleyiztin. Ji aliyek din ve PKKê vekirî li dijê serxwebûnê helwestek da bû xûyakirin.
Yanî pêvajoya ji berî Referanduma Serxwbûnê de, serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi gelek aktîf serkêşiya vî karê pîroz dikir. Ji bilî serok Barzanî tu aliyek din di dema propagandeyê de çalakiyek li darnexistin û bê deng bûn.

Dema roja Referandumê nezik bû ji bo referandum neyê kirin, dewletên wek Amerika , Britanya dest hevdîtina kirin ku Referandum bê şûnde avêtin yan jî neyê kirin. Lê tişta serok Barzanî ji wan dixwest nekirin. Dewletên herêmê Kurdistan di kesayeta serok Barzanî de tehdît dikiran. Lê li himber hemû astengên derve û nav mala Kurd de, Barzanî rîskek mezin girt ser milê xwe û Referandum di 25. Îlona 2017ê de hate çîkirin.
Gelên Kurdistanê % 92.73 ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ERÊ. Li hinek deverên di bin desthilatdariya YNKê de taybetî li cihên wek Silêmaniyê pileya denga kêm bûn. Lê di encam de gelên Kurdistanê got ERÊ.

Piştî encamên referandumê hatin eşkere kirin, gelek welatan û taybetî Iraq, Îran û Tirkiye daxwaz kirin ku îtiraf li wan encama neyê kirin û gerek Referandum bê hilweşandin. Destpêkirin ambargo danin ser Kurdistanê. Xwestin Kurdistanê bifetisînin.
Hêzên Iraqê, Milîsên Şîe li gel hevkariya koma xiyanetê ya Pavel Talabani û Lahor Talabanî erîşê Kerkûkê kirin, pêşmergeyên YNKê xwe dan aliyekî, milîsên Şîe bê şer ketin nava Kerkûkê, hinek kesên wek parêzerê Kerkukê ku li dijê xiyanetê bûn bi zorê xwe xilas kirin. Cardin di nava YNKê de grubek ya xiyanetê dest da destê dijmin û Kerkûk radestî dagirkera kir. Milîsên Şîe bi çekên giran yên Amerikayê erîşê Kurdistanê kirin.

Lê li himber hemû astengiya Pêşmergeyên PDKê di fermandariya Mesud Barzanî de bergirî li Kurdistanê kirin û eniya Pirde û Sihêla hêzên dijmin sekinandin û nehiştin Milîsên Şîe derbasî deverên din yên Kurdistanê bibin. Bê guman gelê Kurdistanê di vê berxwedana dîrokî de serok Barzanî nehişt tene û pişgiriyek mezin kirin.

Dema dijmin têgihat ku dê Kurd heta dawiyê bergiriyê li welatê xwe bikin û taybetî sekna PDKê û serok Barzanî pêvajoyek din derket holê.

Ablokayek gelek bi tund ser Kurdistanê hebû, çûyin hatine derveyê Kurdistanê hemû diviya li ser Baexdayê re be, balefirxaneya Hewlêr û Silêmaniyê ji xetên dervere hatibûn qedexe kirin. Barê dorpêça siyasî û ekonomik li ser Kurda giran dibûya. Lê rageriya xelkê Kurdistanê bû bingehek ku dijmin nekarî bigihê armanca xwe.

Serokê Hukumeta Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî ji bo dorpêça li ser Kurdistanê bişkîne dest çalakiyên diplomasî kir. Nêçîrvan Barzanî bi zanebûn û jîrbûne xwe roj bi roj dorpêça ser Kurdistanê şikînad û hêdî wek carê Nêçîrvan Barzanî dibêje di Tunelê de ronahî xuya dikir.

Îro dema mirov salvegera Referanduma Serxwebûna Kurdistanê bi bîr tîne , gerek rastiyên ku çêbûyîn jî behs bike. Da dîrok rastiya mirov bi xwe bibîne. Gelek girînge ku, aliyên li Kerkûkê rêberiya hêzên dakirker ên Iraqê kirîn û li Şingalê aliyên li gel Milîsên Şîe şerê pêşmerge kirîn bêne naskirin û herweha bêne navkirin.

Referanduma Serxwebûna wek tapuya Kurdistanê bûye belgeyek di destê Miletê Kurd de. Hêdî şi qonaxa ku ragihandina serxwebûnê re bigunce, dê serxwebûn bête ragihandin. Daxwaziya gelen Kurdistanê ya serxwebûne hate tescîl kirin.

Pêwistiyek heye ku, roja serxwebûnê bibe rojek netewî. Ji bo vê yekê jî erkek mezin dikeve ser milê Parlementoya Kurdistanê. Divê Parlemento 25ê Îlonê wek Roja Netewî qebul bike.

Bi hêviya her rojek ji rojan 25. Îlonê de serxwebûn bê ragihandin.

25. Îlon. 2019
Dara Bilek

Back to top button