Ji bo sersaxiya Şîfa Gerdî
PAKê Jibo Sersaxîyê li Amedê Seredana Rûdaw TVyê KirPAKê îro (26.02.2017) li Amedê jibo sersaxîya şehîda çapemenîya Kurdistanê Şîfa Gerdî seredana buroya Rûdaw Tvyê kir.Heyeta PAKê bi rêvebirîya Cihgirên Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır, Kasım Ergün, ji rêveberên PAKê pêk hat.Heyeta PAKê ji alîyê nûnerê Amedê yê Rûdaw Tvyê Maşallah Dekak û xebatkarên Rûdaw TVyê ve hate pêşwazî kirin. Di seredanê de li ser navê heyeta PAKê Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün axaftineke kir.Kasım Ergün di axaftina xwe de sersaxî jibo çapemenîya Kurdistanê û bi taybet ji Rûdaw Tvyê re xwest. Herwiha Ergün got ku em vê qetlîama hovane bi tundî şermezar dikin û behsa giringîya çapemenîya Kurdî ya li ser Kurdistanê jî kir.Wek ku tê zanîn Rojnamevana Kurd û Rêvebera Output a Rûdawê Şîfa Gerdî doh roja Şemîyê di 25.02.2017ê li Mûsilê di dema bicîhanîna karê xwe de şehîd bû. 26.02.2017Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê