Caşayetî li başûr nû dibe

Kadiroyekê Tevgera Goranê lêdixebite grûpeke çekdar li jêr navê Heşda Şebî li başûrê Kurdistanê damezrîne û aliyên din yên başûr li dijî vê hewila Tevgera Goranê derdikevin.Li gor malpera Basnews ku, ji başûrê Kudistanê weşana xwe dike, eşkere dike ku kadiroyeke berniyas yê Tevgera Goranê bi navê Serdar Omeraxa û ku ji axayên eşîreta Sûrçiyane, digel Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê civyaye û daxwaz jê kiriye grûpke çekdar li jêr nave Heşda Şebî li herêma Kurdistanê pêkbîne.Ebadî jî soz jê re daye ku ji bona avakirina wê grûpa çekdarî alîkairyê jê re bike û ew hêz dê beşek be ji Heşda Şebî û Serdar Omeraxa Sûriçî dê serokê wê grûpa çekdarî be.Li gor aliyên din yên siyasî, avakirina vê grûpa çekdar ango nûkirina caşatiyê.Elî Teter endamê serkirdayetiya PDKê dibêje ku ew rê nadin ji derveyî qanûn û wezaret pêşmerge milîsên çekdar bên damezrandinê û ew bi tu awayî rê nadin li Kurdistanê caşayetî nû bibe.

Nerîna min :