Polîtîk

Ji bo sekinadina şer destpêkek baş e

Doh serokê CHP-ê li gel şandek bilind  serdana baregehê AK Partiyê kir û li gel serokê Ak Partiyê û serokwezîr Erdogan hevdîtinek pêkanîn. Babetê hevdîtinê pirsa kurd bû. CHP-ê di derbarê sekinandina şer  de projeyek amade kir û ev proje pêşkêşî Ak Partiyê kir.

Piştî civînê serokê CHP-ê û Erdogan jî li ser encama civînê û ji bo çareseriya vê pirsê peyamên erênî dan. Behsa pêwistiya hevkariyekî di vî warî de kirin. Herweha dan xuyakirin ku partiyên di parlementoyê de dikarin bi hevre çareseriyekî ji bo vê pirsê bibînin.

Dema di parlementoyê de partiyên siyasî li ser pirsekî li gel hev havkarbin çareseriya vê pirsê jî gelek hesanîtir dibe.

Di derbarê vê hevdîtinê de BDP jî peyamên erênî dan û ev hevdîtina ji bo  çareseriya pirsa kurd gavek girîng nirxandin. Herweha hinek parlementerên BDP-ê di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku ew ji bo tevlî vê hevkariyê bibin amadene.

Partiya li dijê vê hevdîtinê û vê yekê ve girêdayî havkariya partiyên siyasî derket MHP ye. MHP vê hewldanê wek parçebûna axa Tirkiye dinirxîne û li dijê van hewldanan helwesta xwe diyar kir.

Di vê derbarê de pêvajoya pêşiya me de helwesta a BDP-ê girîng e. Eger BDP bi awayek pêwîst di nav vê hevkariyê de be, eger ne bi temamî bê jî di derbarê sekinadina şer de dikare gavek baş bête avêtin.

Sekinandina şer ji bo çareseriya pirsa kurd dibe zemînek baş û berbipêş. Ji bo vê jî ji herkesekî zehftir berpirsiyarî dikeve li ser mile BDP-ê. Divê BDP vê firsendê nerevîne û sê partiyên siyasî di vê babetê de dest hevdîtinan bikin. Madem hemi bawer dikin ku çareserî di bin bane parlementoyê de ye, dive bi vî erkên xwe rabin û berpirsiyariya xwe bînin cih.

Sekindanina şer , bê dengkirina çekan û dawî kirina operasyonan li herêma Kurdistanê, Tirkiye berbi pêvajoyek nû ve dibe û baweriya aşitiyê xort dike.

 

 Rojevakurd:Nûçe/analiz
Back to top button