Ji bo pêvajoyê tu demek nehatiye kifşkirin

Wezîrê Dad yê Tirkiye Sadullah Ergin di derbarê pêvajoya ku li Tirkiye û Kurdistana Bakur ji Newroza îsal ve destpêkirî daxuyaniyek balkêş da.

Ergin dibêje, di destê me de ji bo pêvajoyê projeyek heye û em dizanin dê çi bête kirin. Lê ji bo vê tu demek taybet nehatiye tesbît kirin. Ya girîng em dizanin dê çi bibe lê kengê tiştên ji bo serketina pêvajoyê wê pêkwerin ne kifşe.

Ergin di daxuyaniya xwe de got: Pêvajo ji 3 qonaxan pêktê.

Yekem: Dê agirtbest çêbibe û tu çelakiyên çekdarî pêkneyên. Vê yekê ve girêdayî PKK çekdarên xwe ji Tirkiye derîxe.

Duyem:Ji  aliyê hukumetê ve hinek guhertin bêne kirin, dê kêmasiyên di demokrasiyê de heyîn ji holê bêne rakirin.Gavên pêwist bêne avêtin.

Sêyem: Hêdî di vê qonaxê de normelîzebûn destpêdike. Kesên derketin derveyê Tirkiye ji nûve vegerin Tirkiye.Ji bo vê jî zemîn tê amadekirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: