Cîhan

Îran naxwaze niha Kongreya Netewî çêbibe

 Serokê instituta kurdî li Tehranê Aram Weledbegî ragihand ku mijûlê danûstandin in ligel berpirsên Îranê bo beşdarbûna di kongreya neteweyî ya kurdî de “Da ku pêgeha kongre li Îranê bilind ragirin. Serokomarê Îranê hesen Rûhanî jî agahdarê lidarxisdtina kongreya neteweyî ya kurd e.”

Serokê instituta kurdî nîşan bi wê yekê da ku ligel Celal Celalîzade û Reûf Qadirî nameyek bo Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî nivîsandiye. Ew jî, heta bi girîngî here kongreya neteweyî ya kurdî. Herwiha got ku pêşniyar kirin ku bi du şandan beşdariya kongreyê bikin. Şandek ji aliyê komara Îslamî ya Îranê û şandek ji aliyê kesayetiyên kurd ên Îranê. Yan şandek beşdar ji herdu aliyan ku peyama wan ji kongreyê re hebe.

Derbarê bersiva Hesen Rûhanî, Baram Weledbegî got “Serokomarê Îranê destûr daye ku çend civînan ligel me bike, heta li ser wê pirsê bigihin lihevkirineke hevbeş. Heta niha, me jî civînek ligel berpirsê bilind ê hikûmetê kiriye û akama wê pirr baş bû. Di çend rojên bê de jî, em ê ligel cîgirê serokomarê di vî warî de rûnin û hêvîdar in em bigihin encameke baş.”

Lê Baram Weledbegî neveşart ku berpirsên komara Îslamî ya Îranê gazina wî ji dema lidarxistina kongreyê heye. Tevî ku hê jî dema lidarxistina wê ne diyar e. Herwiha egera wê yekê heye ku têkeve nîvê meha êlûna bê.

Weledbegî got “Mixabin dema lidarxistina kongreyê hevdem e ligel guhertina desthilatê li Îranê. Ev jî bûye kêşe bo vê kongreyê. Rêveberên vê kongreyê jî mixabin mercê Îranê berçav nekiriye. Amadekariyên kongreyê ji dema Mehmûd Ehmedî Nejad ve destpê kirine. Wiha jî dizanim ku hingê berpirsên Îranê ne ligel lidarxistina vê kongreyê bûn. Hê jî serokomarê nû li Îranê, dest bikar nekiriye. Dema ku em bi wan re re axaftinê dikin ew jî gazinan dikinû dibêjin xweska ev kongre wê derfetê bide hikûmeta nû ya Îranê. Me jî daba û demekê dereng bûba, heta siyaseta Îranê çareser bibe û karibin li ser vê pirsa girîng bigihe akameke pozetîv.”

Kongreya neteweyî ya kurdî, ku ev demeke behsa lidarxistina wê dibe, di 22.07.2013an de bi civînekê bi serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lidarxistina wê bû defacto û dest bi amadekariyê kir. Heta niha jî çend komisyon û komît ên taybetmend pêk hatine.

Gazina Baram Weledbegî ji pêkhateyên komîta amadekariya kongreyê hebû: “Li Kurdistana Îranê gellek axaftin li ser kongreyê heye, çiku tenê partiyên Kurdistana Îranê beşdarî kirine. Di demekê de ku em dibêjin divê kongreya neteweyî jî zanibin ku beşdariya partiyan ne bi wateya beşdariya hemû gelê kurd li Kurdistana Îranê ye. Pêwîst bû ku nûnerên 5 milyon kurdên şî’î li Îranê, nûnerê Yarsaneyan, herwiha nûnerên mamosteyên zanîngehê, xwendevanan, rojnamevanan, mamosteyên olî, nûnerên kurd li encûmena rawêjkarî ya Islamî, rewşenbîran, mafperweran, jinan, xortan, karker û çalakvanên siyasî û rewşenbîrî û civaka sivîl, parêzgehên Kirmanşah, Sine û Wirmiyê, herwiha kurdên Xurasanê li yekem rûniştin û civînên amadekar ên piştî kongreyê beşdarî kiribana û nerînên wan jî bihatana wergirtin.”

Baram Weledbegî got ku beşdarîkirina wan beşeke pirsê ye “Ya ginîng ew e ku em karibin berpirsên Îranê razî bikin ku beşdariya vê kongreyê bikin. Ev gav bibe destpêkek bo danûstandinê li ser kêşeya kurd li Îranê. Eger wiha nebe ev kongre bo Kurdistana Îranê her dibe yekalî. Mebesta vê kongre yê jî danûstandin di navbera kurd û desthilatê de ye. Vêce eger desthilata Îranê rê nede em nikarin beşdariyê bikin.”

Bi baweriya serokê istituta kurdî li Tehranê, ev kongre derfeteke guncaw e bo axaftinê li ser pirsa kurdî li Îranê, bi taybetî piştî girtina desthilatê ji aliyê reformxwazên Îranê: “Eger kongre nikare dengê hundir û derveyî Kurdistana Îranê bike yek û nebe stratîjiyek bo danûstandinê ligel hikûmeta Îranê. Herwiha eger dengê kongreyê negihe Tehranê, pirsa kurdî li Îranê her weke xwe dimîne û ev derfet jî wek derfetên borî ji dest diçe.”

 

Eta Qadirî/Rûdaw

Back to top button