Polîtîk

Helwesta hikûmeta Kurdistanê li hember êrîşa PKKê

Hikûmeta herêma Kurdistanê, li hember şerê li Koyê di navbera çekdarên PKKê û kesên ji wê veqetiyayî de çêbûy, helwesta xwe diyar kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji her du aliyan dike pirsgirêkên xwe bi diyalog û aşitî çareser bikin û hurmetê ji qanûn û destkeftiyên herêma Kurdistanê re bigirin:

       Hikûmeta herêma Kurdistanê li hember wê bûyerê dilgiran e û her pirsgirêkek siyasî di navbera aliyên siyasî de hebe divê bi aşitî û diyalog çareser bikin.

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniya xwe de hişiyariyê dide hemû aliyên siyasî ku herêma Kurdistanê ji bo tesfiya hisabên xwe yên navxweyî  bikar neînin:

       Ew hêzên li Koye şerê hev kirîn, divê bi mesulane refatarê bikin. Wan  terefên PKKê her nakokiyek aydolojî di navbera wan de hebe dikare bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin û xwe ji metodê tesfiyekirina hev du dûr bikin.

       Divê çavên me hemûyan li ser Kongreya Netewî bin ku, armancên wê yekrêzî û yekdengiya aliyên kurdî ye. Lê mixabin, hêşta Kongreya Netewî bi timamî dest bi karên xwe nekiriye, me ew nûçeya nexweş bihîst.

 Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê daxwazê ji her du aliyan dike bi awayekî berpirsiyarane reftarê bikin û hurmetê ji destkeftiyên herêma Kurdistanê re bigirin. ”Bila hemû alî atmosferekî aram ji bo serxistina Kongreya netewî pêkbînin.”

 Dizeyî got ku, dosyeya şerê navbera PKKê û PWD ji aliyê asayîşê û dadgehê ve tê şopandin û lêkolîn berdewam e.

 Berî çend rojan hindek çekdaran ku, tê texmînkirin ser bi PKKê ve bin, li Koyê êrîşî ser malnn kadiroyên PDW ku, sala 2004ê ji PKKê veqetuyane, kir û di encam de kesek êrîşker birîndar bû.

Back to top button